Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Cûdî, mamosteya dîlanê ya temen biçûk e

Dîmen

SILÊMAN EHMED

HELEB – Cûdî Qasim di sala 2003`an de li gundê Kaxirê ya girêdayî navçeya Mebata ya kantona Efrînê ji dayîk bûye. Ew li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê mezin bûye. Cûdî li taxê navdar e, hem rû li kene hem jî di folklore de hoste ye.HELAB-CERUKA-CUDE-DE-CAN-U HUNER-DA1 (2)

Hezkirina wê ji dîlanê re di temenê deh saliyê de destpê kir, lewma berê xwe da navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û li wir rêveçûna naskirina wê ji çanda kurdî re destpê kir.

Wê çaxê avahiya çand û hûnerê li taxa Eşrefiyê ya Helebê bû, lê di encama şerê sala 2013ʹan de naved piştî 3 mehan veguherî taxa Şêxmeqsud.

Lewma Cudî tevlî koma Yekîtiya Ciwanên Rojava bû û heta du mehan perwerdeya xwe li wir dewam kir, lê piştre careke din vegeriya koma çand û hunerê.HELAB-CERUKA-CUDE-DE-CAN-U HUNER-DA1 (6)

Bi gurbûna şer û topbaran çeteyên koalîsyonê ya li ser taxa Şêxmeqsud di ku di 16ʹê sibata par de pêk ha tibû, hemû saziyên civaka sivîl hatin girtin û di nava wan de ya çand û hunerê, lê Cudî ji taxê derneket û li mal bi tenê, xwe fêr dikir.

Bi vekirina çand û hunerê re, Cudî careke din tevlî koma xwe dibe. Cudî li rex fêrbûna dîlanê û tevî temenê xwe yê çûk, keçikên ku nû beşdarî komên dîlanê dibin, fêr dike.

Li gel dîlanê, Cudî dibistanê dixwîne û di refa heştemîn de ye, her wiha asta yekemîn a zimanê kurdî xelas kir. Dîsa di nava tîma fotbolê ya çand û hunerê de cihê xwe digire  û di turnoveya şehîdên Helebê de, tevî tîma xwe gihîşt lîstika dawî û turnova qezenc kirin.HELAB-CERUKA-CUDE-DE-CAN-U HUNER-DA1 (3)

Cudî tevî koma xwe 4 caran di şahiya Newrozê de beşdar bû û niha di rêjeyên bilind ê dîlana kurdî de cih digire û ji bo kurkirina zanebûna xwe derbarê floklora kurdî de, mehekê beşdarî dewreyek girtî ya çand û hunerê ku li Efrîn hate lidarxistin bû.

Cudî diyar kir ku dema tevlî beşa çand û hunerê bû, temenê wê gelekî biçûk bû û bi demê re nas kir ku çand ne tenê dîlan e. Lê belê exlaq û çand civakê ye, lewma wê çand û hunera kurdî di xwe de kurtir kir.

Cûdiya biçûk di nava gotinên xwe de bang li keçikên derveyî welat kir ku vegerin, ji ber pêwîstiya welat bi wan heye û bi vê yekê re jî dê çanda xwe ya resen binasin.

Hevseroka Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsud Rengîn Mihemed da zanîn ku Cudî zû fêr dibe û alîkariya hevalên xwe jî dike û ew tekane kese ku di vî temenê biçûk de tevlî dewreya Akademiyê bû û wiha dom kir:ʺTevî ku mamoste tune bin, Cudî ji gel xwe ve hevalên xwe perwerde dike, ew ji pêşketinê re vekiriye û zû fêr dibe.”

(nse)

ANHA