Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dadgeha Belcîka: PKK’ê ne rêxistineke terorîst e

NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeha Berdewamiyê ya Belcîka biryar girt ku 36 kesên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) neyên girtin, Tirkiyeyê jî ev helwest weke alîkariya bi komên terorîst re bi nav kir. Dadgehê got ku PKK’ê ne rêxistineke terorîst e.

Rojnameya El-Ereb El-Londuniyê di hejmara xwe ya îro de /10754/ nûçeyek bi sernavê “Dadgeha Belcîka bi bêsûckirina PKK’ê ji terorê Enqere bihêrs kir” weşand.

Di heman nûçeyê de tê gotin ku Dadgeha Berdewamiyê ya Belcîka gotûbêjên girêdayî kategorîzekirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ku Tirkiyey weke rêxistineke terorîst bi nav dike, bi dawî kir û xebatên wê weke karên terorîst napejirîne. Ev helwesta Belcîka hişt ku Enqere nikaribe xwe ragire û li hemberî Belcîka bi hêrs bibe.

Di berdewama nûçeyê de tê diyarkirin ku Dadgeha Berdewamiyê ya Belcîka li gorî qanûna dij-terorê li welat, biryar girt ku 36 kesên girêdayî PKK’ê di nava wan de rayedar û saziyên girêdayî rêxistinê jî hene neyên girtin. Nemaze piştî ku dewleta Tirkiyeyê û dozgerê giştî yê Belcîka daxwaznameya berdewamkirina biryara berê ya di derbarê vê dozê de pêşkêş kiribûn.

Dadgehê berûvajî kategorîzekirina Emerîka û Yekîtiya Ewropayê ya di derbarê rêxistina Kurdî de, diyar kir ku ne pêkan e PKK’ê weke rêxistineke terorîst were binavkirin.

Dadgeha Berdewamiyê ya Belcîka diyar kir ku “şerekî çekdar” li Tirkiyeyê heye û PKK’ê aliyekî wê ye û “li ser vê bingehê ne pêkan e weke rêxistineke terorîst were binavkirin.” Dadgehê di biryara xwe de destnîşan dike ku sazî û komeleyên Kurdî yên ku li Belcîka dixebitin ne pêkan e di çarçoveya qanûna dij-terorê de danûstandina wan were kirin.

Li gorî nivîsa biryarê, ev biryar piştî guhdariya îfadeyên hin “rayedarên” Kurd ên li Belcîkayê ya di 9’ê gulana borî de pêk hatiye û li ser vê bingehê dadgehê dît ku PKK’ê aliyekî şerê hundirîn li Tirkiyeyê ye û ti xebateke wê ya terorîst li dijî welatiyan tune ye, lê belê ji bo Kurd mafên xwe bistînin, şer dike.

Tirkiyeyê jî êrîşek bir ser Belcîka û got ku “ew xala herî lawaz di şerê li dijî terorê de ye.” Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev biryara dadgeha Belcîka mînakek nû ya alîkariya bi komên terorîst re ye ku metirsiya li ser ewlehiya Tirkiyeyê zêde dike.

Çavdêrên rewşa Tirkiyeyê diyar kirin ku Enqere baceya siyasetên Erdogan ya dijberiya bi Ewropa re dide, piştî ku Erdogan helwesteke dijber a derveyî dîplomasiyetê li hemberî rayedarên Ewropayê da meşandin û hewl da welatiyên ku bi eslên xwe ji Tirkiyeyê ne li giştî Ewropa û bi taybet li Almaniyayê li dijî welatên lê jiyan dikin sor bike, nemaze ev helwesta Erdogan weke bersivekê li hemberî nerazîbûna şêwermenda Almaniyayê Anjêla Mîrkêl bû ku mercên desthilatdariya Erdogan qebûl nekirine ku bi riya raferandûmê de sûd werbigire û veguherî desthilatdarekî bi serweriyên bê sînor.

Têkliyên di navbera Tirkiye û Ewropa de gelekî xirab bûn û di dema hemleya raferandûmê de gihîştin asta herî jêr, dema ku dewletên Ewropa di nav de Almaniya û Holanda serdana wezîrên Tirkiyeyê qedexe kirin ku hevdîtinên bi welatiyan re birêxistin bikin da ku propagandeya guhertina destûrê Tirkiyeyê bikin.

Çavdêr dibêjin ku daxwazbilindiyên Erdogan da ku bibe sultan divê eşkere dijberiya Ewropa bike û weke helwesta sultanên Osmanî yên kevin bi “qada şer” bi nav bike.

Nêzî 10 welatiyên Almaniyayê ji ber sedemên siyasî li Tirkiyeyê hatine girtin û di nava wan de rojnameger Deniz Yücel, wergêr Mîsalî Tolo û çalakvanên hiqûqî Pîter Ştowêtner hene. Evan kesan li hemberî tewanbariyên alîkariya bi PKK’ê re rû bi rû ne.

Çavdêr diyar dikin ku dibe dewletên Ewropa piştî Belcîka lêvegera kategorîzekirina PKK’ê bikin.

Rayedarên PKK’ê ji sala 1990’î ve xwe dispêrin Belcîka û hejmarekî rayedarên partiyê lê jiyan dikin û di nava wan de rayedarên rêxistina Ewropayê yên weke Remzî Qertal û Zubêr Aydar hene. Rayedarên Belcîka jî mafê xwespartinê bi awayekî fermî pêşkêşî wan kir tevî ku “xeta sor” a Tirkiyeyê li ser navên wan heye.

(jh)