Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DAIŞ′ê pirengiya olî ya bajarê Tebqayê derb kir

ALAN DAWÛD

TEBQA – Çeteyên DAIŞ′ê bi dagirkirina bajarê Tebqayê re, mizgeft û dêrên herêmê rûxandin û pirengiya olî ya li herêmê derb kirin.

Bajarê Tebqayê beriya dagirkeriya çeteyên DAIŞ′ê, bi pirengiya xwe ya olî û mezhebî dihate zanîn û wekî nimûneya Sûriyeya biçûk dihat naskirin. Bajar di sala 1973′yan de bi avakirina Bendava Firatê re hat avakirin û gelên kurd, ereb, ermen, suryan, aşûr, mezhebên şiyî û ismaîlî lê jiyan dikirin.

Bajar beriya çeteyên DAIŞ′ê, di destpêka sala 2013′an de jî ji aliyê komên çete ve hat dagirkirin, 400 malbatên xiristiyan  û gelek malbatên kurd û şiyî jê hatin koçberkirin.

Lê hin malbatên xiristiyan ji bajar derneketin û di bin zexta komên çete de, wekî misilmanan tev geriyan.

Di dawiya sala 2013′an de jî, çeteyên DAIŞ′ê bajar dagir kirin, pirengiya olî derb kirin, mizgeft û dêrên gelê Xiristiyan, Şiyî û Ismaîlî rûxandin.

Dêr veguherandin kargehên çêkirina bombeyan

Li bajarê Tebqayê 3 dêr hebûn, dêra yekem li navenda bajar dikeve, ya duyem nêzî taxa El-Ewwel dikeve û ya sêyem jî li taxa Kesara ya rojhilatê bajêr dikeve.

Çeteyan dêra li navenda bajêr veguherandin rawestgeha erebeyan û sererastkirina maşîneyên leşkerî. Çeteyan wêne û çaxên li dêrê xera kirin û şewitandin.

Çeteyan dêra li nêzî taxa El-Ewwel jî veguherandin kargeha çêkirina bomebeyan û erebeyên bombebarkirî. Her wiha dêra sêyemîn jî veguherandin cihê xwedîkirina sewalan.

Mizgefta Umer binilxetab hilweşandin

Tekane mizgefta mezheba Şiyî ya Umer Binilxetab ku wekî mezintirîn navenda zanistê dihat nasîn û zanistên ola îslamî têde dihatin dayîn, ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hat teqandin û mizgeft bi temamî hat rûxandin.

CAMIYA-OMER-IBN ALXETAB

Eşbal El-Xîlafa jî li vir dihatin perwerdekirin

Çeteyan navenda olî ya mezheba Îsmaîlî jî veguheradin cihê perwerdekirina zarokên ku temanên 17 salî biçûktir û navê ʺEşbal El-Xîlafaʺ li wan dikirin. Dema ku çeteyên Artêşa Azad bajar dagir kirin, piraniya malbatên Îsmaîlî koçî bajarê Selemiyê yê dikeve rojhilatê bajarê Hemayê kirin.

KENISEYA ASURIYAN2 ‫(1)‬ ‫‬

(mm)

ANHA