Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DAIŞ gefa êrîşên nû li Îranê xwar

 NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAIŞ`ê şeva derbasbûyî gefa ku dê êrîşên nû li Îranê pêk bîne xwar. DAIŞʹê her wiha soz da ku dê seriyan li nîvê Tehranê jêbike.

Di dîmenekî ku DAIŞʹê li ser internêtê belav kiriye, çeteyên DAIŞʹê gefa ku dê êrîşên nû li paytexta Îranê Tehranê bîne û bang li ciwanên Îranê kirin ku li welatê xwe ʺserî hildinû cîhanêʺ bikin.

Li gorî nûçeya Rutersê, dîmenekdiyar dike ku zilamekî riwê xwe bi rengê reş girtiye û kilêş di destê xwede girtiye û li kêleka 2 zilamên din rûniştiye. Di dîmenê ku logoya Malpera Emaq a girêdayî DAIŞʹê li ser e dîmenên 2 êrîşên li tehranê ku di meha hizêranê de pêk hat diweşîne, DAIŞʹê êrîş girt ser xwe.

Zilamê di dîmen de diyar dibe, bi zimanê farisî diaxive û dibêje ʺbi heman rêbaza ku me qirika kuçikên wê yên li Sûriyê û Îraqê jê kir, emê qirika we jî di nîvê Tehranê de jêbikin.ʺ

Çeteyên DAIŞʹê li paytexta Îranê Tehran 2 êrîş pêk anîn. Di encmaê de herî kêm 18 kes hatin kuştin. Yek ji êrîşan li gora Ayet El-Ah El-Xumeyînî di 7ʹê hizêrana derbasbûyî de pêk hat.

 (bx)

ANHA