Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DAIŞ têk çû, girtiyên wan rastiyan eşkere dikin-1

Video

ALAN ROJ- MÎDYA HENAN

Riya bi ewle ya DAIŞ: Tirkiyê

NAVENDA NÛÇEYAN– Çeteyên ji cinsiyeta ereb û ji gelek cinsiyetên dîtir ên biyanî tevlî DAIŞ`ê bûn. Bi propegandeya DAIŞ a islama siyasî û raghandina wan tevlî bûne. Hemû riyên alîkariyê ji bo DAIŞ (endam û lojistîk) bê astengî derbasî Tirkiyê dibin û ji wir jî derbasî Iraq û Sûriyê dibin.

Ajansa me (ANHA) bi gurûpeke ji çeteyên DAIŞ`ê ku niha di destê YPG`ê de ne hevdîtin çêkirin. Ev çete li herêmên Bakurê Sûriyeyê di şerê QSD`ê li hemberî terorê dîl hatine girtin.

Lixwemûkir hatina çeteyên DAIŞ`ê em ê bi dîmen û wêne li ser çend beşan ji raya giştî re pêşkêş bikin.

Di vî beşî de gurûpeke terorîstan ên ji Cezair, Tûnis û Siûdiyê çawa tevlî DAIŞ` bûne, kîjan rê dane bikaranîn û di nava DAIŞ de çawa jiyan kirine?

Derbare nasnameya her 3 çeteyan de agahî:

Çeteyê DAIŞ`ê Wîsam Bin Hisên (Ebu Saha) xortekî sala 1991`an li bajarê Monîstîr ê Tûnisê ji dayîk bûye. Dibistana navîn li herêma Sahilî ya Sûriyê xwendiye û sala 2013`an di Tirkiyê re tevlî çeteyên DAIŞ`ê bûye.

Çeteyê bi navê Newaf El-Etîbî sala 1991`an li Meke Mukereme-taxa El-Şeraya ji dayîk bûye. Sala 2013`an tevlî çeteyên DAIŞ`ê bûye.

Selîm Rabih El-Hûtî jî li bajarê Eyn El Diqne yê Cezayîrê di sala 1975`an ji dayîk bûye. Zewicî bû û du zarokên wî hebûn. 26`ê Hezîranê 2014`an tevlî DAIŞ`ê bûye û bi jineke ji Sûriyeyê re zewicî ye.NEWAF SAYIL EL UTEBI copy

Piştî şoreşan li welatên xwe bi fikrê cîhadê û dezgehên raghandine yên erebî bandor bûne

Çete Ebû Saha anî ziman ku piştî şoreşa Tûnisê fikrê cîhad li Tûnisê çalak bûye û di nava ciwanan de dikele. Ebû Saha anî ziman ku vê yekê bandor li wî kir û wiha got: “Li Tûnisê li pêşiya mizgeftan kon vedidan û banga tevlîbûna cîhadê dikirin.  Ji ciwanan re digotin:ʺgunehên me hene û divê em biçin buhiştê tobe bikin. Di bin wan konan de pesnê El-Zerqawî û Bin Ladin didan. Ez jî bi vê yekê bandor bûm. Hikûmeta Tûnisê jî pey van çalakvanan diket. ʺ

Ebû Saha sedema tevlîbûna xwe jî wiha rave kir:ʺ Ez bi gotinên li ser cîhad, buhişt û xîlafetê bandor bûm û tevlî bûm.ʺ

Newaf El-Etîbî yê bi aslê xwe ji Siûdiyêye got ez gotinên şêxên Nusre yên misilman ên li Sûriyê û cîhadê bandor bûm. Her wiha raghandina ereban dema ku behsa rewşa Sûriyê û komkujiyên li ser misilmanên sunî dikir, ez bandor bûm.

Sedema tevlîbûna Selîm Rabih El-Hotî ya DAIŞ`ê dişibe tevlîbûna Itîbî. El-Hotî got ew bi raghandine û xîtabeta şêxan bandor buye. Her wiha got wî di raghandine de komkujî û kuştina gelê Sûriyê dişopand û ji bo Misilmaniyê biryara cîhadê da.

Hemû riyên alîkariyê lojistîk û endam di Tirkiyê re derbasî Sûriyê û Iraqê dibûnSELIM RABIH HUTI copy

Li gorî çeteyan dan îfadekirin hemû riyên kesên tevlî rêxistina terorê ya DAIŞ`ê dibûn û derbasî Iraq û Sûriyê dibûn di Tirkiyê re derbas dibin. Dewleta Urdin, Iraq, Lubnan û herêma Başûr jî heye lê bele çeteyên DAIŞ`ê di Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin. Ew çawa bi riya internetê bi çeteyên DAIŞ`ê re dikevin nava têkiliyê ji wan re dibêjin werin Tirkiyê.

Newaf El-Itêbî yê Siûdî gelek caran hewl dide ku di Urdunê re derbasî Sûriyê bibe, nikare. Jê re dibêjin riya tevlîbûna DAIŞ`ê di Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin. Çeteyên biyanî ji dewletên derve tên Tirkiyê û li Mizgefta Balafirgeha Ataturk kom dibin, ji wir jî di ser Entabê re derbasî Sûriyê dibin.

Itêbî gotinên xwe wiha berdewam kir:ʺDestpêkê min xwest ez bi riya internêtê bighîjim fermandarên Artêşa Azad û ji wir jî bighîjim Cebhet El-Nusra. Ez bi serneketim. Ez çûm Urdunê ji bo di sînor re derbasî Sûriyê bibim.

Li Urdunê du rojan mam. Bi riya internetê bi gelek kesan re axivîm herkesî ji min re got biçe Tirkiyê û hemû kesên ji cîhadê têne Sûriyê û Iraqê di Tirkiyê re derbas dibin.

Di nava gotinên Itêbî de hat gotin ku ew derbasî Tirkiyê bû û ev tişt got:ʺ Ez dema gihîştim balafirgeha Ataturkê min gurûpeke erebên xwedî rih ji bajarên curbecur dîtin. Lê piraniya wan ji Lîbya bûn. Em gurûpek derbasî Rîhaniyê bûn, ji wir çûn gundê Atmê yê Sûriyê û ji wir jî çûn Idlibê. Yê rêzantî ji me re dikir ji Lîbya bû û zimanê tirkî bi kesekî re daxivî.

Çeteyê bi navê Selîm El-Hotî jî derbarê mijarê de wiha axifî: “Ez bi zilamekî bi navê Ebû El-Bera El-Misrî ketim nava têkiliyê, bi alîkariya wî roja 26`ê hezîranê 2014`an saet 09:00 ji Cezayîr derketim û hatim balafirgeha Stenbulê. Ebû El-Bera bi şofêrekî teksî re axivî û ez gihandin Entabê. Di rê de cendermeyên Tirk ez nîv saetê dam seknandin, qet nêzî min nebûn û ez serbest berdam. Em gihîştin gundekî, çeteyekî bi navê Ebû Nesîbe El-Mexrebî hat em derbasî Cerablusê kirin. Berî ku em têkevin perwerde de em kirin du gurûp. Gurûpek bi zimanê erebî daxivî û gurûpek bi zimanê tirkî daxivî. Her wiha wergervanên ewrûpî jî hebûn. Di kampa perwerde de hejmara mezin tirk bûn.

Wîsam Ebu Saha: Du ehvalên min ji Tûnisê hebûn (Ehmed El-Cerîdî û Selîm) tevlî DAIŞ`ê bûn. Min xwest ez xwe bighînim wan û tevlî DAIŞ`ê bibim. Yê têkilî çêdikir Eymen Mihemed Etiye bû. Ez bi otubûsê çûm balafirgeha Terablusê yê Lîbya, hefteyekê li otêlê mam. Ji wir jî derbasî balafirgeha Ataturk a Stenbulê bûm û çûm balafirgeha Antakiya. Heyanî ez gihîştim ciyê xwe kesekî ji min re astengî çênekir. Min di rê de sînor nedîtin, em meşiyan û gihîştin gundekî Idlibê.WISAM BIN HUSEN- BOSAHE copy

Ji aliyên Tirkiyê bi riyên bazirganiyê, bi sedan çete di tirkiyê re ji Idlibê derbasî Girê Spî bûn

Wîsam Ebu Saha anî ziman ku ji bo ji Tirkiyê derbasî Girê Spî bibin di navbera wan û Tirkiyê de hevpeymaneke mezin heye.

ʺLi Dergûş me 3 mehan li hemberî Artêşa Azad şer kir. Ji me xwestin ku em xwe bikşînin, me nizanîbû bê ji bo çi emê xwe bikşînin. Em bi otubusan derbasî sînorê Tirkiyê bûn. Li otêla Entakiya rûniştin. Kesek nedihat wê otêlê û di bin kotrola cendermeyan de bû. Subayekî paya bilind dihat gel me. Em 4 mehan li wir man. Em weke gurûp belav dikirin ez û 3 kesên dîtir em rêkirin herêma Aydin a li ser sînorê Yunanê. Piştî ku bi me re lêpirsîn kirin em vegerandin Antakiya. Piştî mehekê di navbera wan û Tirkiyê de hevpeyman çêbû. Em bi otubusên mezin derxistin. Kesekî hat û ji me re got:ʺ Em ê we vegerînin welatê weʺ. Hejmara me di navbera 320-350 kesî de bû. Em bi wan otubûsên Tirkiyê derbasî bajarê Girê Spî navenda DAIŞ`ê bûn.

Newaf El-Itêbî di werşeyên DAIŞ`ê de dixebitî li ser têkiliya Tirkiyê û DAIŞ`ê wiha got:ʺ Di navbera me û Tirkiyê de sînor tine bûn, erdeke vekirî bû. Hemû tiştên me yên jiyanê ji Tirkiyê dihat. Me çi xwestibane ji me re ji Tirkiyê dihat. Hemû birîndarên me li nexweşxaneyên Tirkiyê dihatin dermankirin. Piştî ku birîndarên me rehet dibûn vedigeriyan ciyê xwe.ʺ

Sibe: Têkiliya Tirkiyê û DAIŞê

(np/rro)

ANHA