Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DAIŞ têk çû, girtiyên wan rastiyan eşkere dikin-4

DOSYA

Riyen derbasbûna  çeteyan li Sûriyê: Stenbol-Entab

Di vê dosyayê  de hevpeyvîna ku bi çeteyên ji Makedonya, Azerbîcan û Elmanyayê hatine re kiriye em ê bi weşînin.

Çeteyên DAİŞ’e di axaftinê xwe de bal kişandin ser riyên ku tevli DAİŞ’e bune û heman demê ka ji ber çi biryar danê birevin û xwe radestî YPG’ê bibin.

Nav û paşnav: Orhan Juppanî. Di nav çeteyên DAIŞ’ê de navê wî yê kod: Ebû Anzala û Ebû Îsa.

Orhan Juppanî  1997’an li bajarê Gostîval a Mekedonyayê di nav malbateke rewş wan ne xirab e tê dinê. Meha 10’an a 2013’an tevlî nav DAIŞ’ê dibe.

Juppanî li ser naskirina DAIŞ’ê dibêje; bi navbeynkariya du hevalên xwe yê yek jê DAIŞ’î û yek jê El Nusra tevlî DAIŞ’ê dibe. Her wiha ev naskirin naskirineke wiha ye ku bandorê li ser tevahiya jiyana Juppanî dike.

XETA DERBASBÛNÊ YA ÇETEYAN:STENBOL – DÎLOK

Ne tiştekî veşartî ye ku ji gelek deverên dinyayê gelek kes tevlî DAIŞ’ê bûne. Baş e dema ku dest û milê xwe dihejandin û tevlî DAIŞ’ê dibûn ji kîjan xetê derbas dibûn?

Orhan Juppanî wiha dibêje bê ka wan çawa xwe digihandin vê xeta rê:ORHAN COBANI

‘’Bi navbeynkariya hevalê xwe bi çeteyên Sûriyê re min têkilî danî û min got ez dixwazim cîhadê bikim. Ên ku ji Elmanya, Kosova, Moldova dihatin li nêzî Til Rifatê digihaştine hev. Bi yekî wir re min têkilî danî. Min jê pirsî bê ka ez çawa dikarim werim. Wî jî got di ser Stenbolê re. Gelekên ku di ser Çeçenya û Rûsyayê re hatin ji vir dihatin. Nimroya yekî ji wan da min. Ez bî wî kesê ku nimroya wî dayî min re axivîm û wiha min xwe gihandine Stenbolê.

Li derdora min ê ku min nas dikirin û li tiştên wiha dipirsîn kêm bûn. Lê li paytext Uskûbê gelek mirov wiha rêxistinî dibûn. Li bajarê ku ez lê bum 4-5 kes hebûn. Ew jî di ser heman riyê re tevlî DAIŞ’ê bûn.

Ji me re gotin bê ka DAIŞ çendî dadmend e û rêxistineke wiha ye ku mafê hemû misilmanan diparêze. Çi kesî behsa destê bi xwîn û barbariya DAIŞ’ê nedikir. Min jî wiha biryar da ku tevlê DAIŞ’ê bûm.

Piştî ku hatim Stenbolê li Aksarayê li otêlekê mam. Navê otêlê bi bîra min nayê. Li wir dîsa li hevalê xwe geriyam. Wî jî nimroya Ebûbekir Turkî da min. Ez lê geriyam. Min got ez dixwazim bi rê bikevim û jê re got bê ka min nimroya wî çawa dîtiye. Min ev gotiyê da ku baweriya xwe bi min bîne.

Ebûbekir Turkî li Dîlokê bû. Got were Dîlokê û piştî ku hatî li min bigere. Piştî  çend şevan li Stenbolê mam hatim Dîlokê. Piştî ku li Dîlokê li garajê daketim dîsa li Ebûbekir Turkî geriyam. Gote min li wir li benda min be hevalek wê  were rahêje te. Ez jî li wir li bendê mam û yek hat ez birim. Navê kesê ku ez birim nizanim. Dibe ku ev kes Ebûbekir bi xwe be. Lê min nav nepirsî.

Dema ku ez hatim Stenbolê û ji wir hatim Dîlokê li ti astengiyan rast nehatim. Ti kesî negote min tu kî yî û diçî kû.

Kesê ku Ebûbekir şandî piştî ku ji garajê ez birim piştre rasterast ez birim Kilîsê. Li Kîlîsê sê kesê dî jî me bi xwe re birin. Piştî ku bi wan re me hev dît em hatin ser sinor. Li ser sînor em li ti astengiyan rast nehatin. Li ser sînor cihê ku em jê derbas bûn vala bû. Li hinekî dûr leşkerên Tirk hebûn. Em ditin an nedîtin nizanim lê ti astengî dernexisitn. Piştî ku me sînor derbas kir em çûne Ezazê.’’

Xeta rê ya ku bi kar tînin û dijîn pir dişibin hev. Lê dîsa jî em rewşê ji zimanê çeteyan bixwînin, hewl bidin perdeya bi raz a li pişt meselê.

Nav û paşnev: Onur Ergûl, di nav DAIŞ’ê de navê xwe yê kod: Ebû Meryem El-Turkî.

Onur bi eslê xwe ji Qersê ye, welatiyê Elmanya ye, li wir ji dayik bûye û mezin bûye.ONOUR ARXUL

Onur meha 11’an a 1991’ê li malbateke halê wan ne xirab tê dinê. Li Elmanya li mizgefta Pakîstanê bi çeteyên DAIŞ’ê re hev nas dike. Ji wan kesê bi navê Velî beryia niha çûye qadên DAIŞ’ê. Rafî, yê bi navê xwe yê kod Ebû Muhammed jî, Bosnayiyekî bi navê Elvîs û yekî Îranî yê bi navê Pedrîn heye.

Ev koma hevalan a sosret ku Onur wana nas dike ji Onur re propagandaya DAIŞ’ê dikin û dibêjin DAIŞ tekane nûnerê misilmana ye, rêxistineke dadmen e. Bi vî awayî Onur bi rêxistina çete re tê girêdan û dikin ku Onur têkeve nav rêxistinê. Rastiya ku veşartî dihate hiştin jî ew bû ku van qira gelan dianîn, mirov bi saxî dişewitandin, jin li bazarên koleyan difirotin, fihûş jî di nav de karê herî gemarî bi wan dikirin.

XETA DERBASBÛNÊ DÎSA STENBOL-DÎLOK

Xeta derbasbûnê ya Onur dîsa dibe Stenbol-Dîlok. DAIŞ weke rizgarkerê hemû Misilmanan bi Onur didine nasîn.

Piştî ku biryar dide tevlî nav rêxistina çeteyan bibe li ser xeta ku derbas bûyî wiha dibêje; ‘’Bi alîkariya Pedrîn ê Îranî di ser Luksembûrgê re derbasî Stenbolê bûm. Li Stenbolê salekê li mala pîrîka xwe mam. DAIŞ’iyekî bi navê Ebû Barak hebû. Min ew nas kir. Ên ku ji Stenbolê tevlî DAIŞ’ê dibû dianî Sûriyê. Bi riya Velî min Ebû Bara nas kir. Ebû Barak li Sûriyê dijî. Di navbera Raî û Cerablûsê de dima. Ji Stenbolê DAIŞ’î dianîn. Ji Tirkmenên Sûriyê bû.

2015’an, meha 12’an bi riya Ebû Bara hatim Dîlokê. Bi hevjîna xwe re em hatin. Li nêzî balefirgeha Dîlokê me û Bara hev dît. Bi hev re, bi navbeynkariya qeçexçiyan em çûne gundê Erbeylî û ji wir hatin sînor. Ji girikekî ku rêya trênê lê bû me sînor derbas kir. Leşker tinebûn. Sînor vala hatibû hiştin. Di navbera Stenbol-Dîlokê de ti kontrola nasnameyê nebû û bi vê rehetî me sînor jî derbas kir. Li ser sînor kes hebû nizanim lê min kesek nedit.”

Her çendî nav biguherin jî rêgeh yek e. Ji Balkanan, ji Ewropa, ji Kafkasan jî werin riya hemûyan li Stenbolê digihije hev. Dîlok jî dibe bajarê kilîd ê ku mirov jê derbasî xaka Sûriyê bibe.

Nav û paşnav: Resulov Necat. Kodê wî yê di nava DAIŞ’ê de: Ebû Davût AzerîRESULOF NECAT

Resulov jî li Bakuyê ya Azerbaycanê di nav rewşeke malbata hal û wextê wan ne xirab de tê dinê. Resulov dibêje cara pêşî wî navê DAIŞ’ê ji birayê xwe bihistiye û bi hevalên xwe yên DAIŞ’ê yên Iraqê tevlî nav rêxistina çete bûye.

Li cem Resûlov jî propaganda kirin ku DAIŞ wê hemû misilmanan ji zilmê xilas bike û wiha biryara tevlêbûnê dide. DAIŞ’ê ku li xaka misilmanan her roj komkujiya sivîlan dikir, ji bo ku mirovan tevlî xwe bike û wan bixe nunerên xwe weke tekane û rasteqîn nûnerê misilmanan nîşan dide.

RÊGEH HEMAN RÊGEH E : STENBOL – DÎLOK

Resulov ê ku bi DAIŞ’iyên welatiyên Azerbaycanî yên Iraqê re têkilî danî, bi nimroya watsapê ya çeteyekî DAIŞ’ê têkilî datîne û bi rê dikeve.

Tiştên ku li Stenbolê jiyayî û li ser xeta riya Stenbol-Dîlok û Sûriyê wiha dibêje;

‘’Ji hevalê min ê DAIŞ’î yê li Iraqê min nimroya watsapê ya Stenbolê stand. Bi alîkariya wî 15’ê Tebaxa 2015’an hatim Balefirgeha Ataturk a Stenbolê. Kesê ku behsa wî dikirin mi nedît. Navê wî nizanim. Hatin ez birim maleke li Fatîhê ya Stenbolê. Li wir mehek, çil rojî mam. Lİ Fatîhê du cihê me hebûn. Li yekê zilam û li ya dî jin diman. Dema ku em li Stenbolê bûn tim li ser dîn em diaxivîn. Cihê ku em lê diman weke malekê bû. Tim em derketin derve û dihatin. Piraniya wan bi rih bûn. Li nav bajêr jî bi rehetî em diçûn û dihatin. Heta ku em li wir bûn rojekê yek polîs jî nehat negot hûn çi dikin.

Mala ku em lê diman li nêzî stadyûma gokê bû. Heta ku em li wir bûn hemû lêzimiyên me DAIŞ’ê bi cih dianîn.

Rojekê yekî gote me hûn dikarin biçin. Ji Stenbolê bi otobûsê em çûne Dîlokê. Bi jineke yixtiyar re em 5 kes bûn. Li wir zilamekî rahişte me û em birin. 3-4 Rojan em li wê malê man. Piştre bi teksiyeke ticarî şevekê em birin ser sînor. Dema ku li Tirkiyê bûm, di rêwîtiyê, dema ku ez digeriyam û li nav bajêr em gelekî digeriyan kesekî nasname ji me nepirsî, negot hûn kî ne, çi kes in.

Em komeke ku ji 15 kesan pêk hatin bi sê wesayitan em ji Dîlokê çûne ser sînor. Dema ku em ji sînor derbas bûn kesî negot hûn bi kû ve diçin, ne got hûn kîn ne. Jixwe sînor vala hiştibûn.’’

KIRINÊN PÊŞÎ YÊN DAIŞ’Ê

Li gorî vegotina çeteyan ên ku ji derveyî welêt tevlê dibûn û heman ziman bi kar dianîn bi hev re dihatin hiştin. Lê tişta ku li ser hemûyan dikrin perwerdehiya leşkerî û siyasî bûye. Ên ku pêvojoya perwerdehiyê diqedandin, li gorî pêşketina wan an dişandin eniya şer an jî li eniya şer li gorî kar xizmet ji DAIŞ’ê re dikirin.

Derbarê kirinên rêxistina çete ya li ser endamên wan jî, endamên çeteyan wiha dibêjin;

Orhan juppani; Beriya ku ez werim Ezazê hevalê min gotibû ez ê biçim, navê min dabûn. Piştî Ezazê çûme Tif Rifatê ku hevalê min li wir bû. Navê hevalê min Bekîm Fîdanî, navê wî yê kod Ebû Ûsame bû. Li Til Rifatê leşkerên Arnavût û Elmanan hebûn.

Piştî ku 15 rojan li Til Rifatê mam ez ji bo perwerdehiya leşkerî birim gundê Cîbrînê yê bi ser Ezazê ve. Destpêka meha 11’an ez çûme perwerdehiyê. Li wir 20 rojan hem perwerdehiya leşkerî û hem jî ya şer’î (perwerdehiya dînî ya ku DAIŞ’ê dida ) min dît. Lê ji bo ku min ziman nizanîbû zêde tevlî perwerdehiya dînî nebûm. Bi min re welatiyên Arnavût jî hebûn. Ji bo ku wan jî fêhm nedikir em demekê neketin perwerdehiya dînî. Lê piştre tercûman ji bo me peyda kirin.

Piştî perwerdehiyê em dîsa çûne Til Rifat. Li wir 10 rojan mam. Destpêka meha 12’an derketim nobetê. Wê demê li dijî YPG’ê em diçûn eniyê. Em çûne Ezazê. 4 rojan li wir mam. Piştre 3 rojan çûme ser sînorê Tirkiyê. Li wir li dijî Artêşa Azad a Sûriyê çûme eniyê.

Heta meha 3’yan a 2014’an li Til Rifatê li dijî hêzên YPG’ê min şer kir. Di vî şerî de piştî ku zor li DAIŞ’ê bû vekişayan Bab, Tişrîn û Minbicê.

Jixwe şerê xwe yê pêşî jî li Ezaz û Til Rifatê li dijî YPG’ê û AAS’ê min kir. Di şer de dema ku paş ve vekişiyan ez jî di nav wê komê de bûm ku vekişiyan Tişrinê. Jixwe wê demê DAIŞ’ê hinekî pergala xwe guherand. Berê mînak bi rengê Elman, Ozbekan bû lê di pergala nû de Ketîbe (Tabûr) hatin çêkirin. Ez jî ketim tabûrekê. Di tabûrê de jî şervan bûm. Piştî ku ketim tabûrê pêşî 5-6 rojan li dijî AAS’ê min şer kir û meha 5’an li derdora Helebê li dijî rejîmê min şer kir.

Onur Ergul: Dema ku em derbasî Sûriyê bûn em çûne cihekî bi navê Bablîmon. Ez dibêm qey ew der bi ser Raî ve bû. Ji wir em çûne cihekî leşkerî. Hin jê bi Tirkî diaxivîn. Jixwe berpirs jî Tirk bû. Em du rojan li cem wan man. Piştre em çûne Muaskereyê, Hemayê. Li wir dersên îdeolojîk, sporê û leşkeriyê dane me.

Ji me re behsa zilma li ser Sinnîyan dikirin. Ji hikûmetan re jî kafir digotin. Çi kesê ku tevlî DAIŞ’ê nedibû ji wan re kafir digotin.

Sê mehan min perwerde dît. Ji wir derbasî Dudyanê bûm. Bi ser Helebê ve bû. Li wir ketim nobetê. 14 rojan li wir mam.

Resulov Nejat: Ji Dîlokê me sînor derbas kir û hatin Raiyê. Wê şevê em birin malekê, sibehê em çûne Reqayê. Em li Reqayê çûne cihê perwerdehiyê. Li wir me dersên îslamî dîtin. Piştî ku mehekê me perwerde dit em birin Tebqayê. Li wir jî tim perwerdehiya leşkerî dane me.

Li cihê ku ez lê bûm piranî Kafkas hebûn. Tacîk, Ozbek, Dagistanî jî hebûn. Bi piranî yên ku heman ziman diaxivîn li cem hev datanîn.

Dema ku ez li Reqayê bûm, min tamîra elektrîk û tesîsata avê dikir. 7-8 mehan li wir mam. Li wir min perwerdehiya dibistane jî dît.

DI ÇAVÊ ÇETEYAN DE RASTIYA DAIŞ’Ê

Juppani:  ‘’Ji me weye ku li ser Misilmanan zilm heye û DAIŞ li dij vê zilmê derdikeve. Wiha ji me re gotin. Lê rastî ne wiha bû. Mînak zilm li sivîlan kirin, komkujî kirin. Ez bi malbata xwe re hatibûm.

Nedihiştin ku dê û bavê xwe bibînim. Piştî ku ez çûm bi demekê bavê min jî hat. Piştre neçû. Ji bo ku diya xwe bibînim dîsa vegeriyam. Lê ji bo ku min digot ez ê li Makedonyayê werim girtin çûme Swîsreyê cem xwîşka xwe.

Bi jineke bi navê Duygu re zewicîm. Du zarokê min çêbûn. Piştre min zilma DAIŞ’ê dît. Mirov li kuçeyan dikuştin. Digotin li nav rêxistineke jiyaneke azad heye. Lê ne wiha bû. Min dît ku di qafesan de mirov şewitandin. Ji bo ku çixare dikişandin êşkence li mirovan dikirin. Lê bi vîdeoyan propaganda dikirin û digotin em nûnerê misilmanan in. Tişta ku li nav DAIŞ’ê dihate jiyîn berovajî ya dihate gotin bû. Piştî ku min ev ditin min biryar da ku ez birevim û teslîmî YPG’ê bûm.

Necat Resûlov: Ji bo hîcretê hatim nav DAIŞ’ê. Li ser înternet û televizyonê ketim ber bandora propagandaya wan û tevlê wan bûm. Lê propagdandayên wan ne rast bûn. Mînak dema ku li Azerbaycanê bûm di wan vîdeoyan da ku dişandin hîç şer nîşan nedidan. Jiyaneke xweş nîşan didan. Digotin em ê hîcretê bidin we. Lê dema ku hatim vir min dît ku her tişt cuda ye. Heke tu şer nekî û bo wan tiştekî nekî wê te bikujin an ceza bikin û bixin zindanê. Ez jî li zindanê mam. Li zindana ku ez lê bûm Şîşaniyek û Ensariyek kuştin. Ji Şîşanî re sîxûr digotin û ji Ensarî re jî digotin alîkariyê bi biyaniyan re dike. Rojekê bi birayê xwe re axviîm. Min behsa rastiya DAIŞ’ê kir. Yekî Azerî yê bi navê Ebû Davût hebû, li emniyetê dixebitî. Wî mesajên min dîtin, ji bo vê 50 rojan ez xistim zindanê.

Dema ku min dît DAIŞ zilmê dike û riya wan ne riya heqiyê ye min biryar da ku birevim. Ji ber ku tişta DAIŞ’ê dikir ne îslamî bûn, xurufe bûn. Ji bo vê min biryar da ku birevim. Li Meyadînê dostekî min hebû. Ez pê re axivîm. Min got dikarim biçim kûderê?. Got dikarî biçî QSD’ê, piştî got demekê lêpirsîna te hate kirin wê te ji dewleta te re bişînin.