Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DAIŞ û Talîban li Efganistan êrîş pêk anîn, 50 mirî

NAVENDA NÛÇEYAN – DAIŞ û Tevgera Talîban li Efganistanê êrîşek pêk anîn, di encamê de 50 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên leşkerî têkildarî bûyerê dane zanîn ku Tevgera Talîban û DAIŞʹê êrîşî benda kontrolê ya gundê Mîraza Olanc a herêma Siyad a bakurê Wîlayeta Serbil a bakurê Efganistanê kirin. Çavkaniyan her wiha dane zanîn ku çekdarên Talîban û DAIŞʹê piştî êrîşa benda kontorlê agir berdan 30 malên gund. Di encama êrîşê de 50 kes hatin kuştin.

Rayedarên bi navê Zebîh Ellah ku bi navê Serokatiya Kantonê axivî û got ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane ji hoza (Qebîle) Hezarara ne.

(bx)

ANHA