Têkilî | Derheqê me de

DAIŞ’ê êrîşî Xurmatû kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Çeteyên DAIŞ’ê li Xurmatûyê êrîş kirin. Di encamê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî mewziyê pêşmergeyan ên li navçeya Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê kirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Zergê yê Xurmatûyê sûîqest li pêşmergeyên li tûgaya 11. a pêşmergeyan kirin. Di êrîşê de pêşmergeyê bi navê Mihemed Omer Xidir jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku pêşmergeyan bersiv dan, çeteyên êrîşkar ji herêmê reviyan.