Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DAIŞ’ê teqîna Afganistanê girt ser xwe

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAIŞ’ê ragihandin ku teqîna li dijî Buroya Ajansa Dengê Afganistanê ji aliyê wan ve pêk hatiye.

Îro sibehê li paytexta Afganistanê li dijî Buroya Ajansa Dengê Afganistanê teqîneke dijwar pêk hat. Li gorî Wezareta Karê Hundir a Afganistanê di encamê de nêzî 40 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê bi nivîsekê ragihandin ku wan li dijî vê buroyê sê teqîn pêk anîn û piştre jî kesekî xwekuj xwe di nava xebatkarên buroyê de teqand.

(he)