Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DAIŞ’î veşartiyan eşkere dikin: Vaye têkliyên di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de – 1

Dîmen

Balefirgeha Atatûrk û nexweşxaneyên Stenbûlê di xizmeta çeteyan de ne

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyê DAIŞ’î yê bi navê Yasîn Boxatim Osman ê Tûnisî ku di nava refên çeteyên DAIŞ’ê de li Sûriyeyê şer kiriye, alîkariya istixbarata Tirkiyeyê li Stenbûlê bi birîndarên DAIŞ’ê re eşkere kir û diyar kir ku birîndar bi riya balefirgeha Atatûrk a navnetewî digihîştin nexweşxaneyên Stenbûlê. Her wiha destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi hêsanî di Tirkiyeyê de tevdigeriyan bêyî ku ti astengî i wan re derbikevin û da zanîn ku Tirkiye damara sereke ya alîkariya lojestîk bi DAIŞ’ê re ye.

Çeteyê DAIŞ’î yê bi navê Yasîn Boxatim Osman ji taxa El-Tedamun a paytexta Tûnisê ye û di derbarê çawaniya beşdarbûna xwe ya nava çeteyên DAIŞ’ê de û karên pê rabûye heta bîstika xweradestkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di şerê Reqayê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî.

Konên propagandeya DAIŞ’ê li Tûnisê eşkere ne

Yasîn Boxatim Osman di destpêka axaftina xwe de behsa naskirina xwe ji DAIŞ’ê re kir û diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li seranserî Tûnisê bi awayekî eşkere konên çalakiyên propagandeya DAIŞ’ê vedigirin û banga ciwanan dikin da ku beşdarî nava DAIŞ’ê li Sûriyeyê bibin.

Osman di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di sala 2013’an de selefiya cîhadîst li Tûnisê gelekî belav bû û di sala 2014’an de gelekî çalak bû û serweriya mizgeftan û xutbeyên rojên Înê dikirin. Paşê li kolanên sereke yên paytexta Tûnisê û gelek bajarên din bi awayekî eşkere kon vedigirtin nû propagandeya DAIŞ’ê dikirin. her wiha şîranî qeydên tomarkirî yên olî belav dikirin û gelek caran bi bafleyên mezin belav dikirin û welatî ber bi xwe ve dikişandin. “

Osman got ku ji ber van çalakiyên DAIŞ’ê yên li Tûnisê ew bi beşdarbûnê fikiriye û piştrast kir ku biryara wî ya rasteqîn a beşdarbûna nava DAIŞ’ê piştî daxuyaniya serokê Tûnisê Raşid El-Xenûşî bû ku digot: “selefî û cîhadîst birayên me ne” bû. Osman paşê bi riya “Facebook’ê” peywendiyê bi çeteyekî DAIŞ’ê yê li Sûriyeyê yê bi navê Ebû Ebdullah El-Tûnisî re dike û jê dixwaze ku beşdarî nava çeteyên DAIŞ’ê bibe.

Paşê Ebû Ebdullah ji ber derengmayîna biryara wî lomeyan jê dike û riya hatina ber bi Sûriyeyê ve ji wî re zelal dike û Osman got ku Ebû Ebdullah jê re wiha gotiye: “rê gelekî hêsan e, tenê ji Tûnisê derbasî Lîbiyayê bibe û bi telefonê bi kesekî bi navê Ebû Cebel re li Lîbiyayê biaxive da ku ew te di mêvanxaneyekê de bi cih bike.

Ji Tûnisê ber bi Lîbiyayê ve

Yasîn Boxatim Osman sînor derbas dike û ji Tûnisê derbasî Lîbyayê dibe û telefonî Ebû Cebel û Sabir dike ku li nêzî sînor pêşwaziya wî kirin û bi riya siwareyeke taybet veguhestin mêvanxaneyê ya li bajarê Sebrata ya Lîbiyayê û li vir nêzî hefteyekê dimîne. Paşê jî serçeteyek ji wan re dibêje ku li Sûriyeyê bombebarana koalîsyona navnetewî heye û niha avakirina baregehên perwerdeyên leşkerî li Sûriyeyê ne pêkan in, ji ber vê yekê dê li Lîbiyayê bêne perwerdekirin û paşê di riya Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bibin.”

Paşê Osman diçe herêma Benî Welîd a li Lîbiyayê û piştî 22 rojan beşdarî baregeheke leşkerî ya çeteyan li beyara Lîbiyayê dibe, li gorî Osman baregehên perwerdeya leşkerî yên çeteyan DAIŞ’ê li herêmên “Sebrata, Zentan û Benî Welîd” ên Lîbiyayê hene û ew jî di baregeheke perwerdeya leşkerî ya li Misrata de hatiye perwerdekirin ew jî qadeke mezin li beyara Lîbyayê ye.

Osman diyar kir ku ew li ser destên “Ebû Îslam El-Lîbî û Ebû Welîd El-Lîbî” perwerdeya şerhî biriye û birêveberê baregeha perwerdeya leşkerî jî kesekî bi navê Îsmaîl El-Misratî bû.

Osman got ku wan 25 rojan perwerdeya şerhî biriye û paşê jî derbasî perwerdeya leşkerî bûne û di bin destên kesekî ku digot ew Filestînî ye lê axaftina wî Lîbî bû de hatine perwerdekirin. Osman di dawiya perwerdeyê de ji ber şaştiya hevalekî xwe bi çeka BKC birîndar dibe û di nexweşxaneya El-Sefwê de nêzî 22 rojan dimîne û tê dermankirin.

Di dema ku Osman li nexweşxaneyê bû, çeteyan paspoteke Lîbî jêre çêkirin û şandin Tirkiyeyê û li Tirkiyeyê nêzî sê mehan dermankirina xwe li nexweşxaneya Mîdîkana Enternasyonal a devera Mîlîk Dozo ya bajarê Stenbûlê berdewam dike.

Osman piştrat dike ku ew ji Lîbiyayê bi balefirekê tê Tirkiyeyê û ti astengî jêre nehatine derxistin û riya balefiran ji çeteyên DAIŞ’ê re ber bi Tirkiyeyê ve vekirî ye. Ev jî riya hatina çeteyên ji gelek dewletên Afrîka ber bi Sûriyeyê ve ye.

Balefira taybet ji bo veguhestina birîndarên DAIŞ’ê ji Lîbiya ber bi Stenbûlê ve

Yasîn Boxatim Osman diyar kir ku ew bi balefireke taybet ji bo birîndarên çeteyên DAIŞ’ê ji bajarê Misrata yê Lîbiyayê ber bi Tirkiyeyê ve derketiye û wiha domand: “Em derketin balefirê hemû rêwiyên balefirê birîndarên DAIŞ’ê bûn. Dema ez derbasî balefirê bûm ez matmayî mam û di heman demê de ez dilxweş bûm ji ber ku ez ditirsiyam eger eşkere bibim ji ber ku ez birîndar im, lê dema min dît hemû rêwiyên balefirê birîndarên DAIŞ’ê ne ez dilaram bûm.”

Birîndarên çete li balefirgeha Atatûrk a Stenbûlê tên pêşwazîkirin

Osman destnîşan kir ku ambolansa Tirkiyeyê li balefirgehê li benda wan bû û dema balefir gihîşt balefirgeha Atatûrk birîndarên çeteyên DAIŞ’ê bi ambolansan li nexweşxaneyan hatine belavkirin û wiha domand: “hejmareke mezin ji ambolansan li benda me bû û her ambolansekê birîndarek birin û ez jî bi ambolansekê birim nexweşxaneya Mîdîkana Enternasyonal.”

Osman eşkere kir ku hemû tevgerên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê di bin çavdêriya istixbarata Tirkiyeyê de pêk tên û piştrast kir ku istxbarata Tirkiyeyê birîndarên çeteyên DAIŞ’ê di nexweşxaneyan de diparêze û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Pêwîstiya min bi bijîşkekî damaran hebû û pêwîstiya veguhestina min ji bo îlacê hebû, istixbarat Tirkiyeyê li rex min bûn û parastina min dikirin û ew jî çekdar bûn.”

Piştî 4 mehan ji dermankirina Osman û îlaca wî bi dawî dibe ew di hotêlekê de li rex nexweşxaneyê tê bicihkirin û piştî du rojan li taxeke gelêrî ya Stebûlê tê bicihkirin û li vir jî sê rojan dimîne û paşê li rex DAIŞ’iyekî bi navê Ebû Musahb El-Îraqî diçe bajarê Ruha. Li vir DAIŞ’iyekî din ê bi navê “Îbrahîm Xelîl” li benda wî ye û di mêvanxaneyekê çeteyên DAIŞ’ê de ya li bajarê Ruhayê de tê bicihkirin.

Bi alîkariya artêş û istixbarata Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibe

Piştî çend rojan Osman li rex hin çeteyên din bi siwareyeke (van) ji Tirkiyeyê di bin parastina artêşê de derbasî Sûriyeyê dibe. Osman diyar kir ku leşkerên artêşa Tirkiyeyê têlên bi istrî ji pêşiya wan ji ser sînor rakirin da ku derbasî Sûriyeyê bibin û wiha anî ziman: “Em ji Tirkiyeyê gelekî bi hêsanî derbasî Sûriyeyê bûn û li aliyê Sûriyeyê jî leşkerên DAIŞ’ê li benda me bûn.”

Girê Spî û Cerablûsê deriyê lojestîka DAIŞ’ê bû

Osman di axaftina xwe de piştrast kir ku herdu bajarên Cerablûs û Girê Spî deriyên sînorê yên fermî ji bo derbaskirina DAIŞ’ê bûn û di çavdêriya artêş û istixbarata Tirkiyeyê de dihatin birêvebirin û wiha got: “Hemû pêdivî û pêwîstiyên çeteyan weke çek û amrazên peywendiyan, balefirên wênekêşiyê, cil û ber, pêdiviyên leşkerî ji Tirkiyeyê bi riya van deriyan bi awayekî fermî derbasî Sûriyeyê dibûn.”

Yasîn Boxatim Osman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê jî petrol bi panzêran ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dikirin.

Sibe: Tirkiye, Uygorên Tirkistanî bikar tîne û ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dike

(jh)

ANHA