Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DAIŞ’î veşartiyan eşkere dikin: Vaye têkliyên di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de – 3

Dîmen

Hevpeymanên lojestîk û leşkerî di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de û toreyeke mezin a DAIŞ’ê di Tirkiyeyê de tevdigere.

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwe radestî QSD’ê kirine, têkliyên di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de û alîkariya eva dawî bi wan re eşkere dikin. Yek ji van belgeyan li xwe mukurhatina çeteyekî Behrênî ye ku hevpeymanên di navbera komîteya danûstandina DAIŞ’ê û rayedarên Tirkiyê de eşkere dike ku li gorî wê rê ji çeteyan re tê vekirin û madeyên lojestîk ên pêwîst ji çeteyan re tên peydakirin.

Eyûb Mihemed Mirbatî hemwelatiyekî Behrênê ye û di sala 1996’an de ji dayîk bûye û bi jineke Sûriyeyê re zewicî ye û di nava çeteyên DAIŞ’ê de bi navê Qisûre El-Behrênî tê nasîn. El-Behrênî di nava malbateke ku rewşa wê navîn bû de jiyan dikir.  El-Behrênî diyar kir ku dema wî xwestiye beşdarî nava çeteyên DAIŞ’ê bibe 16 salî bû û li Behrênê kesekî Tirkistanî yê bi navê Ebû Elî El-Tirkistanî nas dike û ji wî re behsa cîhadê û DAIŞ’ê kiriye û wiha got: “Ebû Elî El-Tirkistanî gelek dîmenên zulimkariya rêjîma Sûriyeyê û kuştina welatiyên sivîl pêşkêşî min kirin. Piştî demekê min berê xwe da Tirkiyeyê da ku beşdarî DAIŞ’ê bibim û bi riya wî ez gihîştim Tirkiyeyê.”

Toreyeke mezin a DAIŞ’ê li Tirkiyeyê heye û her kes ji bo wî tevdigere

Eyûb Mihemed Mirbatî behsa hatina xwe ya Tirkiyeyê kir ku ew deriyê tekane yê beşdarbûna nava DAIŞ’ê ye û bi bîr anîn ku çawa ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûye û hejmarekî mezin ji kesan li Tirkiyeyê hevkariya wan kirine û ji aliyên hêzên ewlehiyê û istixbarata Tirkiyeyê ve rê ji wan re hatiye vekirin. Mirbatî di vê derbarê de wiha dibêje: “Tirkistanî ez gihandim kesê bi navê Mihemed Bin Elî û ew jî kordîneyê bi Tirkiyeyê re dike û ez gihandim Tirkiyeyê. Ez bi wî re axivîm û wî jî her tişt li Tirkiyeyê ji min re amade kir û min bîlêta xwe ya çûndina Tirkiyeyê wergirt û ez gihîştim balefirgeha Stenbûlê. Li vir ez bi kordîneyê li Tirkiyeyê re axivîm ku Mihemed Ebû Elî pêre axivî bû û wî jî berê min da hotêla Heran û siwareyeke taybet ji min re şand. Paşê jî ew bi xwe hat hotêlê. Di destpêkê de min guman dikir ku ez bi tenê dê beşdarî nava cîhana DAIŞ’ê bibim, lê piştî wê hejmareke mezin hatin hotêlê û bi awayekî asayî tevdigeriyan, hemû rî dirêj û endamên DAIŞ’ê bûn. Dema ku me berê xwe da Sûriyeyê li rex me jin û zarok jî hebûn û em bi asayî tevdigeriyan.

Çûndina ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve weke di navbera du odeyand e ye û DAIŞ li herduyan azad de

Mirbatî di berdewama axaftina xwe de behsa çûndina wî ya ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve dike û wiha got: “Piştî ku em ji hotêlê derketin, kordînekarê me li pêşiya her kesî em birin maleke nêzî devera sînor û xwediyê malê jî hevkariya DAIŞ’ê dikir. Toreya DAIŞ’ê di Tirkiyeyê de mezin e û hemû ji bo alîkariya bi DAIŞ’ê re tevdigerin. Li vir leşkerên artêşa Tirk tune bûn û ne jî endamên hêzên ewlehiyê. Di nava me de jin jî hebûn û em bi siwareyekê ber bi Sûriyeyê ve çûn û li Sûriyeyê em li mêvanxaneyeke DAIŞ’ê ya li bajaroka Silok a girêdayî Girê Spî hatin bicihkirin. Hatina me weke ku em ji odeyekê biçin odeyeke din.

Hevpeymanên DAIŞ û Tikiyeyê weke girêdestên siyasî, bazirganî û lojestîk di navbera herdu aliyan de bûn.

Piştî ku Eyûb Mihemed Mirbatî perwerdeya xwe ya leşkerî û şerhî li devera bendava Baasê ya gundewarê rojavayê Reqayê bi dawî dike ew li ser bendên kontrolê yên bi gundewarê Serêkaniyê re tê erkdarkirin û paşê jî cihê xwe di nava komên “pîşekaran” ên taybet bi çêkirina fûze û hawanan de girt û di derbarê peydakirina madeyên teqemenî û çekan de Mirbatî wiha anî ziman: “Hemû made ji Tirkiyeyê dihatin. Ez weke endamekî komîteya pîşekar me hemû fûze, hawan û guleyên topavêjan çêdikirin, namliyên topavêjan ên taybet ji Tirkiyeyê dihatin wergirtin û hemû madeyên pêwîst ji bo çêkirina teqemeniyan weke semad û TNT bi riya navbênkaran ku berê girêdestên wan bi Tirkiyeyê re hatibûn îmzekirin dihatin peydakirin. Girêdestên di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de her wiha girêdayî tevgera petrolê û derfirotina ji Tirkiyeyê re bû û di navbera DAIŞ û Rêjîmê û DAIŞ û Artêşa Azad de gelekî xurt bû. DAIŞ’ê her wiha gelek cûreyên çekan bi riya Artêşa Azad ji Tirkiyeyê û hin dewletên alîkariya Artêşa Azad dikirin, dikirîn.”

Eyûb Mihemed Mirbatî di derbarê lêhûrbûnên van hevpeymanan de di axaftina xwe de wiha destnîşan kir: “Car bi car şandeyeke DAIŞ’ê diçû Tirkiyeyê û şêwra xwe bi rayedarên Tirk re dikir. Naveroka gotûbêjên di navbera şandeya DAIŞ’ê û rayedarên Tirkiyeyê de  ew bû ku riya hatûçûna mûcahidan  di Tirkiyeyê re vekirî bimîne da ku ti astengiyan li Tirkiyeyê nekişînin. Her wiha da ku hin nexweşxaneyan ji wan re veqetînin da ku çeteyên birîndar têde bêne dermankirin. Hemû birîndarên DAIŞ’ê li nexweşxaneyên taybet ên Tirkiyeyê dihatin dermankirin. Evan mijar her kes nas dike û di nava DAIŞ’ê de ne mijarekî matmayî ye.”

Eyûb Mihemed Mirbatî ku di nava çeteyên DAIŞ’ê de bi navê Qisûre El-Behrênî tê nasîn di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de ku di Havîna 2017’an de hatibû destpêkirin xwe radestî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir, piştî ku nas kir ku DAIŞ’ê amûrekî zilmkariyê ye û ola Îslamî li gorî pîvanên xwe diguherîne û weke “derewekê bi nav kir û ew poşman in” û di dawiyê de kordîneyê bi kesekî Sûriyeyê re dike û li rex malbata xwe ji nava DAIŞ’ê derdikeve û xwe radestî şervanan dike.

Sibe: Hevpeymanên girêdayî rêjeya herikîna ava Feratê û girêdesta gora Silêman Şah

(jh)

ANHA