Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DAIŞ’î veşartiyan eşkere dikin: Vaye têkliyên di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de

Dîmen

Tirkiye, Uygorên Tirkistanî bikar tîne û ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dike

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyê DAIŞ’î Ebdullah Osman Esmet ê Tirkistanî ku niha li ba QSD’ê girtî ye diyar kir Tirkiye Uygorên Tirkistanê bi riya alîkariya hembêzkirina wan li Tirkiyeyê dixapîne û piştî demekê wan beşdarî nava rêxistinên terorîst ên weke DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Sûriyeyê dike.

Êdî eşkere ye ku dewleta faşist a Tirkiyeyê yek ji alîkarên sereke yên rêxistinên îslamî yên radîkal li Rojhilata Navîn e. Ew çek û pereyan û hemû pêdiviyên lojestîk ji çeteyan re peyda dike da ku pilanên xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne û bi taybet li dewletên ku têde şoreş radibin û li dijî sîstemên desthilatdar xwepêşandan tên lidarxistin.

Tirkiye weke ku alîkarê kêmbaweriyên di cîhanê de ye xwe nîşan dide û îdîa dike ku dê wan biparêze û alîkariyê bi wan re bike û îdîa dike ku dê alîkariya bi kêmpawariyên Rohîngya û Uygor re dike. Tirkiyeyê her wiha di dosya Qudsê de piştî ku serokê Emerîka Donald Trump bajarê Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas kir dunya rakir û danî, lê eşkere bû ku Erdogan di sala 2004’an de bajarê Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas kiriye.

Tirkiye li herêma Tirkistanê ya Çînê alîkariya Uygor kir û ji bo bêne Tirkiyeyê alîkariya wan kir, lê piştî ku gelek ji welatiyên Uygor hatin Tirkiyeyê ew beşdarî nava çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra li Sûriyeyê kirin. Di destpêkê de pasport ji wan re peyda kirin da ku bêne Tirkiyeyê û paşê jî li Tirkiyeyê bi cih kirin û perwerdeyên taybet bi Qurana Pîroz û şerîheta Îslamî li ser têgeha cîhada radîkal perwerde kirin û di dawiyê de ew şandin Sûriyeyê.

Koçberiya ji Çînê ber bi Tirkiyeyê ve

Ebdullah Osman Esmet di sala 1990’î de li Uygora Tirkistanê ya Çînê ji dayîk bûye û bi durşmeyên vedeng ên Tirkiyeyê hate xapandin bi hinceta ku Tirkiye alîkariya kêmbaweriyên Îslamî li cîhanê û bi taybet Uygor dike û hêviyên xwe bi durişmeyên Tirkiyeyê ve girêda û ji Tirkistanê derket û ber bi Malîziyayê ve çû û ji wê derê berê xwe da Tirkiyeyê.

Li Malîziyayê Esmet komeke ji Tirkistanê nas dike û di xebatên avakirina avahiyan û gelek xebatên din de li rex wan dixebite da ku karibe berê xwe bide Tirkiyeyê.

Piştî ku Esmet hin pere kom kirin berê xwe da Tirkiyeyê û li vir jî kesekî Tirkistanî ku li ba çeteyên DAIŞ’ê dixebitî yê bi navê Ebû Elî Tirkistanî nas dike. Esmet jêdixwaze ku fêrî Qurana Pîroz û pîvanên Ola Îslamî bibe. paşê Esmet li rex komeke ciwanên Tirkistanî û Ozbekî di dibistaneke veşartî de li bajarê Enqereyê  5 mehan tê perwerdekirin.

Nasname û pasportên Uygor li Tirkiyeyê

Esmet piştrast kir ku Tirkiyeyê nasname û pasporteke taybet bi ciwanên Tirkistanê derxistine da ku ciwanan bixapîne û bêne Tirkiyeyê. Her wiha kampên taybet bi Uygorên Tirkistanê avakirine.

Ebû Elî Tirkistanî li pêşiya Esmet û hevalên wî propagandeya DAIŞ’ê dike û li gorî wî Ebû Elî ji wan re wiha gotiye: “Divê hûn biçin dewleta Îslamî, li wir perwerde, xwarin û niştecîbûn bê pere ye û her tişt di dewleta Îslamî de baş e, hemû jin hatine pêçandin, eger hûn ola Îslamî dixwazin ev ya herî rast e.”

Esmet diyar kir ku wî hin dîmen li ser malpera Youtube yên çeteyên DAIŞ’ê li ba Ebû Elî Tirkistanî dîtine û li borî Esmet: “Di dîmenan de her tişt baş bû, lê li ser erdê rewş cûda bû, dema ku mirov bi çavên xwe dibîne.”

Herî dawî di sala 2015’an de Ebdullah Osman Esmet ê Tirkistanî biryara çûndina Sûriyeyê dide da ku beşdarî nava DAIŞ’ê bibe, gelo jiyana di nava refên DAIŞ’ê de bi rastî jiyaneke baş e, nemaze diyar kir ku ew di jiyana xwe de gelekî rastî zordariyan hatiye û dixwaze biçe dewleta Îslamî da ku bê pere perwerde bibe û bi cih bibe, lê dema ku derbasî Sûriyeyê bû nikaribû gava xwe paşve vekişîne ji ber ku gefa kuştinê li wî hate xwarin.

Esmet destnîşan kir ku Ebû Elî Tirkistanî komên beşdarî DAIŞ’ê dibûn ew dişandin Sûriyeyê  û ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve jî baş tê nasîn, bêyî ku ti kes asteniyan ji wî re derbixîne.

Li gorî Esmet, Ebû Elî kordîneyê bi kesekî Ereb li bajarê Dîlokê re dike û ew derbasî Sûriyeyê dike. Piştî çend rojan li rex pênc kesên biyanî derbasî bajaroka Çoban Begê dibe û diyar kir ku sînorên Tirkiyeyê li pêşiya wan vekirî bû û ti astengî ji wan re derneketin. Li aliyê Sûriyeyê jî çeteyê bi navê Mihemed Tirkistanî li benda wan bû.

Esmet nêzî 20 rojan li bajarê Babê dimîne û paşê beşdarî dibistana perwerdeya zimanê Erebî, Qurana Pîroz û oldariyê dibe . piştî bêtirî 4 mehan perwerdeya xwe bi dawî dike û berê xwe dide bajarê Reqayê û li vir beşdarî perwerdeyeke şerhî dibe û di dawiyê de di karûbarên mucahidan de cihê xwe digire.

Esmet li bajarên Tebqa, Meyadîn, Bokemal û deverên rojhilatê çemê Feratê dixebite û paşê li devera El-Şihêl bi riya qaçaxciyekî xwe ji destên DAIŞ’ê difilite û qaçaxcî 1000 dolarên Emerîkî jê distîne.

Piştre Çeteyê DAIŞ’î Ebdullah Osman Esmet ê Tirkistanî xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk dike û diyar kir ku ji ber ku ew rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatiye wî biryara derketiya ji DAIŞ’ê daye û wiha got: “Min bi çavên xwe dît ku DAIŞ’ê gelek welatî li ser xaçan bi darve dikirin.

Sibe: Hevpeymanên lojestîk û leşkerî yên di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de û toreyeke mezin a DAIŞ’ê di Tirkiyeyê de tevdigere.

(jh)

ANHA