Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Damarê jiyanê yê Bakûrê Sûriyeyê ev rê ye

ZANA SEYDÎ

KOBANÊ – Riya di navbera bajarên Heleb û Qamişlo de ku duyemîn dirêjtirîn rê li Sûriyeyê ye, wekî damarê jiyanê yê Bakûrê Sûriyeyê tê dîtin û di nava aloziya Sûriyeyê de yek ji riyên herî bi ewle ye.

Di dîroka Rojhilata Navîn de ji bo ku riyên bazirganiyê werin girtin, şerên pir dijwar û mezin hatine, meşandin.

Di şerê Sûriyeyê de jî, hertim ev rê bûne armanca hêzên leşkerî. Her hêzek dema ku riyekê digre, tê re çek û cebilxaneyên xwe derbasî herêmên di bin kontrola xwe de dike û piştî şer jî ev rê jib o bazirganî û çûn û hatinê têne bikaranîn.

Li Sûriyeyê riyên navnetewî

Riya navnetewî ya ku mezintirîn bajarên Sûriyeyê Şam û Helebê digihînin hev, beriya 6 salan wekî riya buhiştê dihate nasîn, lê piştî şerê ku li herêmên derdorê derket, êdî navê riya dojehê ango “Riya Cehenemê”, lê tê kirin.

Li welêt, du riyên mezin ên navnetewî hene, yek jê paytext Şamê digihîne bajarê Helebê û di nava bajarên Humis û Hemayê re derbas dibe. Riya din jî di navbera bajarên Şam û Laziqiyê de ye.

Wêraniya di şerê Sûriyeyê de pêk hatiye, hişte ku ev rê bibin riyên herî xerabe. Li ser van riyan welatiyên sivîl ku derbas dibûn ji aliyên hêzên çekdar ve dihatin hedefgirtin.

Riya Heleb – Cizîrê duyemîn dirêjtirîn riya navnetewî li Sûriyeyê ye

Riya bazirganiyê ya di navbera herêma Cizîrê û bajarê Helebê de ku di nava xelkên herêmê de bi navê riya Rodko dihate naskirin, di çarçoveya pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo ve, di hizêrana 2015’an de ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ve beşeke mezin jê, hate rizgarkirin.

Ev rê di sala 1981’an de bi dirêjahiya 410 km ji bajarê Helebê heta navenda bajarê Qamişlo hatiye avakirin. Firehiya rê jî di navbera her herêmekê û herêmekî de ji hev cuda ye.

Cara yekê ku rê hate vekirin

Di hizêrana 2016’an de piştî ku ewlehiya rê hate misogerkirin, yekem car karwanekî sivîl ji bajarê Qamişloyê ve kete rê û di Minbic, Heleb û Humisê re derbas bû heta ku gihişte paytext Şamê.

Niha jî rojane bi sedan maşîne û tirimpêlên bazirganî û yên veguhestina sivîlan di vê riyê re derbas dibin û wan di navbera bajarên Bakûrê Sûriyeyê de digihînin hev.

Li ser vê riyê bendên kontorlê yên hêzên Asayîşê û hêzên parastina hundirîn hene. Ev hêz parasta rê ji êrîşên komên çete, dikin. Beriya niha jî çeteyan hewl daye ku rê careke din bi dest bixin. Li kêleka rê jî dikan û cihên bihindayînê hene.

Rê di destê kê de ye?

360 km ji vê riyê di bi kontorla hêzên QSD’ê de ye, komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê li nêzî gundê Kirîçê yê girêdayî bajaroka Erîma, bi dirêjahiya 24 km dest danîne ser parçeyek ji vê riyê, her wiha 25 km ji rê jî di destê hêzên rêjîma Sûriyeyê de ye.

(he)

ANHA