Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dana Celal: Armanc Tirkiyê astengkirina avakirina Sûriyeya demokratîk e

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar û Rojnamevanê Kurd Dana Celal diyar kir ku Tirkiye ji tevlêbûna hemleya Reqqayê dixwaze ku avakirina Sûriyeya Federal û demokratîk asteng bike.

Nivîskar û Rojnamevanê Kurd Dana Celal, di beşa duyemîn a hevpeyîvîna bi ANHA’yê re, armanca Tirkiyê ji tevlêbûna hemleya rizgarkirina Reqqayê û destwerdana li herêmên Bakurê Sûriyê nirxandin.

Hevpeyvîn wiha ye:

* Dewleta Tirk çima ewqas bi îsrare ku beşdarî hemleya rizagrkirina Reqqayê bibe?

Tu têkiliya dewleta Tirk bi şerê li dijî terorê re nîne. Anqera û rêveberên wê bi xwe terorê destek dikin û birêve dibin. Lewra rast e, pirsa Tirkiye çima ewqas bi îsrare tevlî vê hemleyê bibe, di mejiyê her kesî de vedide.

Serkeftina Reqqayê wê riya gihandina petrolê ji deryaya spî re veke, da ku ji vir bişînin ji welatên Rojavayê re. Niha Tirkiyê hewl dide rola Kurdan di hemleya rizgarkirina Reqqayê de, tune bike.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji bo beşdarbûna hêzên kurdî ji hemleya Reqqayê re hin şertên mîna; Rêveberiya Amerîkiya sîstema federaliya demokratîk nas bike, çekên pêşketî ji bo YPG û QSD’ê bên gihandin û beşdariyar kurdan bi şandeyekî serbixwe ji danûstandinên Cenevreyê re bê destekirin, danîn holê. Lê li hember wê şertên dewleta Tirk ji bo beşdarbûna hemleya Reqqayê cûda bûn.

Armanca Tirkiyê ji tevlêbûna vê hemleyê ew e ku, rê li ber avakirina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê ku wê QSD’ê misoger bike, bigre. Tirkiye ji bo beşdarî hemleyê bibe, wê şertên Kurdan berovajî bike û pêşkeşî Washingotê bike.

* Tevî ku tu kes vê napejîrîne; Iraq û Sûriyê jî li dijî destwerdana Tirkiyê ne, lê Dewleta Tirk dîsa jî hewl dide dest werde karûbarên vê herêmê. Gelo çima Tirkiye di vê daxwaza xwe de ewqas bi îsrar e?

Ji roja avakirina komara Tirk (1923) û piştî hevpeymana Anqere (1926) a di navbera Iraq, Birêtaniya û Tirkiyê, ku di encamê de Mûsil, Kerkûk, Silêmaniyê û Erbîl ji dewleta Iraqê re ma, heya niha Tirkiye bê navber di nav hewldanên vegerandina Mûsilê de ye.

Mustefa Kemal Atatûrk di dîroka xwe de soz dabû parlamentoya ku ji terkirina Mûsilê nerazî bû, ku careke din Mûsilê vegerîne sînorê Tirkiyê. Ji wê demê û heya niha Tirkut Ozel, Silîman Dîmîral, Abdullahogol û niha Receb Teyîb Erdogan vê daxwazaê dûbare tînin ziman.

Tirkiye bi îsrara xwe ya tevlêbûna hemleyên Mûsil û Reqqayê, dixwaze ku tiştên DAIŞ  nikarbû pêk bîne, bicih bîne. Tirkiye dixwaze ku herîmeke sunî ava bike û li aliyê din jî li pêşiya pêşketina Kurdan li herêmê û avakirina herêmên xweser bibe asteng.

Erdogan bi daxuyaniya xwe ya; pêwîst e Mûsil ereb sunî, kurdî sunî, turkmanî sunî, ewe ku federaliyeke sunî li Iraqê ava bike û paşê tevlî Tirkiyê bike. Dixwaze herêmên sune yên li Sûriyê jî tevlî vê federaliyê bike. Tirkiye ku bi zimanek etnîkî derbarê Mûsilê de diaxive, em dibînin ku bi rengekî netewî li ser Til Efer ku piraniya turkmenên wê ji şîa û suneyê ne diaxive. Dema ku turkmenên Iraqê li ser destê rêjîma Baas û çeteyên DAIŞ’ê dihatin qetilkirin wê demê Tirkiyê li kur bû? Ger Erdogan ehmaqtiyên xwe yên  siyasî bidomîne û derbasî Mûsilê bibe wê demê destpêka dawîbûna Tirkiyê niha ye.

Ji bilî PDK’ê, hemû hêzên li Iraqê û Başurê Kurdistanê hebûna Tirkiyê di nava axa Iraqê de qebûl nakin. Gelo hebûna Tirkiyê; ji bo Başurê Kurdistanê ne xetereyeke? Çima PDK derbarê hebûna Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê bê deng e?

Tirkiyê di aliyê leşkerî û aborî de Başurê Kurdistanê dagirkiriye. PDK’ê bi pêşwazîkirina vekirina Tirkiyê ji bargehên leşkerî li Başurê Kurdistanê, armanc dike ku şoreşên Kurdistanê (Qendîl, Amed û Qamişlo) lawaz bike. Daxuyaniya leşkerî ya Enqerayê ya derbarê destwerdana Tirkiyê li Til Efer û Şengalê -ku beriya çend rojan derketibû- di encama hilwesta xiyanetê ya rêveberiya PDK’ê pêk hat.

Ji rêveberiya PDK’ê tê xwestin ku siyaseta xwe li Başur, Iraqê û li tevahiya Kurdistanê di ber çavan re derbas bike. Ji ber ku ehmaqtiyên Erdogan wê rêveberiya PDK’ê di nava îxaneyê de bihêle.

Em nikarin bêjin çima rêveberiya PDK’ê li hember hebûna Tirkiyê li Başurê Kurdisanê bê denge, ji ber ku rêveberiya PDK’ê parçeyek ji projeya Tirkî-Erebîstana Siûdî li herêmê ye.

* Polîtîkeya AKP’ê Tirkiyê ber bi kur ve dibe?

Dema ku dîktetork li şûna muxalefetê, ji karmendekî, rojnamevanekî û akademîsyenekî bitirse, ew dîktetor komara xwe vedguhêre komareke bêdengkirinê. Yanê komarek çewsandina azadiyê.

Tirkiyê bi zêdekirina êriş û çavtirsandinan re wê bi rengekî şikestî xwe bike bin serweriya hêzên derve de.

Erdogan hewl dide pevçûnên li herêmê veghurîne pevçûnên etnîkî û netewî da ku vê valahiyê bikar bîne û ji bo pêkanîna xewna xwe bikar bîne. Lê ev ê Tirkiye bi xwe bibe tunebûnê.

(kc/ne)

ANHA