Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dana Celal: Federaliya Demokratîk çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn pêşkêş dike

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN- Nivîskar û Lêkolînerê Kurdistanî Dana Celal da zanîn ku belgeya siyasî ya Meclîsa Damezrîner ji bo gelê Sûriyê serkeftineke û armancên şoreşa Rojava pêk tîne.

Nûçegihanê ANHA‘yê derbarê belgeya siyasî ya Meclîsa Damezarî ya Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê, hepeyvîn bi nivîskar û lêkolînerê Kurdistanî Dana Celal re kir.

Hevpeyîvîn wiha ye:

*Gelo we belgeya siyasî ya Maclîsa Damezîrner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê xwendiye, ger we xwendibe jî hûn bendên wê di aliyê siyasî de çawa dibînin?

Navaroka belgeye, piştî têkçûna bihara gelan, nêrînên şoreşê derdixe pêş, di hindirê wê de demokratîbûyîn heye. Ev jî piştî ku hêzên tarî li hember hêzên demokrasîxwaz ên ku şoreş dane destpêkirin, pêk hat.

‘Belge serkeftineke ji bo gelê Sûriyê ye‘

Belge bi bendên xwe yên siyasî têgehên hevbeşiya aborî, siyasî; wekhevî di aliyê belavkirina berhem û desthilatdarî pêş dixe, her wiha wekheviya di navbera jin û zilam de xurt dike. Di belgeyê de her wiha projeya çareseriya federaliya jeogragî dûrî sîstema netewdewlet pêşniyar dike.

Federaliya xaknîgarî navê Rojava jî di xwe de diparêze. Em dikarin vê yekê wekî serkeftineke mezin bi nav bikin. Ji ber ku wê pirsgirêka girêdana Kobanê û Efrîn çareser bike. Piştî demeke ji belavbûna fikirê radîkan û nejatperst ev belge wekî serkeftineke mezin ji bo gelê Sûriyêye.

*Xalên ku di vê belgeyê de bala we kişandine çi ne?

Ev belge bingeha Sûriyê wekê welatekî yekgirtî diparêze. Xalên wê jî hevpeymaneke civakî di navbera gelên azad, ol, mezhebên cuda çêdike. Sernavê sereke yê vê hevpeymanê hewldana rakirina sîstema netewdewlet, nejatperest û qanûnên wê radike û demokratîkbûyînê ava dike. li aliyekî din sîstema wekheviya belavkirina serkeftiyan û biryarkirina hevbeş pêş dixe.

‘Belge ji bo gelê Sûriyê şoreşeke fikrî ye‘

Belgeya siyasî têgînên nû li Rojhilata Navîn wekî; welat, dewlet, sîstema siyasî, civakî, aborî pêşniyar dike. Fikirê şoreşa Sûriyê ku ji aliyê rêxistinên terorstî ji wateya wê hatibû derxisitn, vedigerîne fikirê wê yê dirûst.

*Gelo cudabûna projeya sîstema federaliya demokratîk ji projeyên din ên ku ji bo çareseriya alzoiya Sûriyê hatine pêşniyar kirin çi ye? Di nêrîna we de ev proje dê karibe aloziyan çareser bike?

Em dikarin derbarê vê pirsên de 3 xalên girîng bînin ziman:

. Projeya rêjîmê: Ev proje desthilatdariyê, zor û nejatperestiyê dide pêş. Dixwaze ji nakokiya qezenc bike da ku berjewendiyên xwe pêk bîne, hewl dide ku Sûriyê vegerîne dema beriya şoreşê.

. Projeya muxalefetê bi herdu beşên; terorsên û beşê girêdayî dewletên Kendav û Tirkiyê: Ev porje dixwaze Sûriyê perçe û lewaz bike û saziyên dewletê birûxîne. Projeyeke dixwaze tenê navan bide guhertin lê hîn jî sîstema desthilatdar biparêze. Ev proje hîn ji teror û destdhilatdariyê paşketîtire.

. Porjeyên herêmî û dewletî: Dixwaze pîlan û berjewendiyên dewletên derve biparêze, xela herî girîng di kûrkirina aloziyên di hermên de ne.

Di hemam demê de ku hîna tu çareseriyên demkî ji bo aloziyê nihatine peydakirin. Projeya Sîstema Federaliya Demokratîk pirreng e dikare biser bikeve ji ber ku bi tevlêbûna her pêkhate, ol û mezhebên Sûriyê hatiye amadekirin.

(bb/dc)

ANHA