Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Danasîna qanûnên jinan didome

   SERÊKANIYÊ – Li bajarê Serêkaniyê rêgez û yaseyên taybet ên derbarê jinan de, bi semînerekê ji jinan re hatin vegotin.

Desteya jinan a Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a  Kantona Cizîrê bi hevkariya Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Serêkaniyê bi armaca şîrovekirina qanûnên taybet ên jinan semînerek lidar xist.2015-1-27-SRK-seminera-jibona-qanune-jin           (57783663)

Semîner li Navenda Çand û Huner a Serêkaniyê bi beşdarbûna Seroka Desteya Jinan a Cizîrê Emîne Umer, Endama Kordînasiyona Yekîtiya Star Şoreşîn Baz û bi sedan jinan pêk hat.

Salona semînerê bi wêneyên têkoşeran Arîn Mîrkan, Sekîne Cansiz û Bêrîtan hatibû  xemilandin.

Piştî rêzgirtinê, Seroka Desteya Jinan Emîne Umer girîngiya rola jinê ya di civakê de destnîşan kir û got jin şaneya sereke ya di avakirina civakê de ye û rizgarkirina wê misogera avakirina civaka demoratîk û azad e.2015-1-27-SRK-seminera-jibona-qanune-jin           (57783661)

Piştî axaftina xwe de Umer rêgezên bingehîn û qanûnên girêdayî jinan ku ji 21 madeyan pêk tê ji beşdaran re xwendin.

Hin ji van madeyan ev in:

1-zewaca bêtirî jinekî qedexe ye.

2- berdana ji aliyekî qedexe ye.

3-zewzca keçan bê razîbûna wê qedexe ye.

4-pêkanîna wekeheviyê di navbera jin û zilam de.

5-kesên ku xiyaneta zewacê dike , gereke were cezakirin.

Piştî xwendina qanûnan li ser wan hate nîqaş kirin.2015-1-27-SRK-seminera-jibona-qanune-jin           (57783662)

Semîner bi duruşmeyên bijî berxwedana jinan bidawî bû.

(bb/aq)