Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Danûstandinên Astanayê dîsa dest pê dikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Deve yê Kazaxistanê ragihand ku tora 8’emîn a danûstandinên Astanayê di 20’ê kanûnê de ye.

Danûstandinên Astanayê ku qaşo bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyeyê tê lidarxistin, tora yekemîn di 23 û 24’ê çileya 2017’an, ya 2‘emîn jî di 16‘ê sibatê, ya 3‘yemîn di 14‘ê adarê, ya 4‘emîn di 4‘ê gulanê û ya 5‘emîn di 30 û 31‘ê cotmeha heman salê hatin lidarxistin.

Encamên sereke yên ku di danûstandinan de derketine; avakirina tîmeke hevbeş ji bo kontrolkirina agirbesta li Sûriye, welatên misogerkar ên girêdayî diyarkirina herêmên bê şer (Rûsya, Tirkiye û Îran) derbarê rê girtina li ber şer û parastina yekîtiya xaka Sûriyeyê belgeyek îmze kirin. Lê di encamê de şer û aloziya li Sûriyeyê gûrtir bû.

Di tora 7‘emîn ku di 30 û 31‘ê cotmehê de hat lidarxistin, biryara lidarxistina Kongreya Sochi hate dayîn.

Wezîrê Karê Derve yê Kazaxistanê Eqilbek Kemal El-Dînof got “Em texmîn dikin ku welatên misogerkar dê ji bo danûstandinên nû di deh rojên dawî yên vê mehê de werin, lê hîna dîrok nehatiye diyarkirin.”

(bb)

ANHA