Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dara Berû di bîranînên 6 nifşên berê de mayînde ye

HÊLAN CELAL

GIRKÊ LEGÊ– Dara gundê Gundik a herêma Girkê Legê, nîşaneya herêmê ye, di bîranînên 6 nifşên berê mayinde maye.GIRKE-DARA-GUNDIK ‫(1)‬

Her rêwiyeke ku di riya Girkê Legê-Dêrik re derbas dibe çavên wî li dara berû ya li ser girê gundê Gundik dikeve. Ev dar nîşaneyeke xwezayî ye ku vê herêmê nîşan dide. 6 nifêşên berê vê darê dinasin.

Gundê Gundik ê girêdayî herêma Alya ya girêdayî herêma Girkê Legê, ji beriya 3 sed salan ve hate avakirin. Gundê Gundik dikeve herêmeke geştî li bakûrê rojhilatê herêma Girê Legê, di gund de geliyeke heye gund dike du parçe.

Li aliyê bakurê rojhilatê gund ve gireke bilind heye û ji dûrbûna kîlometreyan ve dixuya. Tişta ku vê gundê di nava şêniyên herêmê de dide nîşandan, du darên berû ne yên li ser girê. Ev dar wekî nîşaneyeke xwezahî ji bo şêniyên herêma Girkê Legê û Dêrikê ji beiya 6 nifşan ve tê naskirin.GIRKE-DARA-GUNDIK ‫(1)‬ ‫‬

Darên Berû ji dûr ve wekî darekê tê dîtin, lê ya rast du dar li rex hev in, ji beriya 150 sal ve hatin çandin, li kêleka wan jî du gor hene, tê gotin ku yên rûspiyên gund in.

Li ser girê gund her wiha, berhmaniyên qesra kevin, gora oldarekî bi navê Şêxê Dîn ku navê gund li ser navê Gundikê Şêxê Dîn hatiye kirin hene. Şêniyên gund ji bo bihinvedanê an jî ji ber berketa bi gora Şêxê Dîn vî girê wekî meqsed dibînin.

(bb)

ANHA