Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Daxuyaniya Hesen Ebdulezîm zihniyeta şofonîst nîşan dide’

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Desteya Serokatî ya MSD‘ê Majdolîn Hesen got ku daxuyaniya Kordînatorê Giştî yê Heyet El-Tensîq Hesen Ebdulezîm zihniyeta şofonîst nîşan dide.

Endama Desteya Serokatî ya Meclîsa Sûriyeye Demokratîk ( MSD) Majdolîn Hesen di hevdîtineke xwe li gel ajansa me, daxuyaniya Kordînatorê Giştî yê Heyet El-Tensîq Hesen Ebdulezîm ku dibêje “Ferderaliya Demokratîk Sûriye parçe dike” bersivand.

Majdolîn got ku ew ji daxuyaniya Hesen Ebdulezîm matmayî nema û wiha anî ziman: “Em ji  daxuyniya Ebdulezîm matmayî neman. Ji ber ku daxuyaniyên bi vê rengî zihniyeta şofonîst a islamî ku niha xwe li ser heyetê serwer kiriye, nîşan dide. Ev zihniyet li pêşiyaa karê heyetê bûye asteng û bûye sebeb ku xeta dûrxistin û îxanetê bipejirîne.”

Mejdolîn Hesen diyar kir ku, helwestên Ebdulezîm cihê mixabinyê ye, dê dîrok vê helwest binivîsine û wiha dom kir:”Serkeftinên me mînakên şerê me li dijî terorê ye. Xwîna bi hezaran şehîdan wê xeta biratiya gelan û parastina Sûriye ji xeteriyên parçebûnê xêz bike.”

Majdolîn destnîşan kir ku ew guhên xwe nadin daxuyaniyê vala yên ku serdema dektatoriyê vedigerine.

Endama Desteya Serokatî ya MSD‘ê Majdolîn Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî Meclîsa Sûriyeye Demokratîk ew di pêkanîna projeya xwe ya niştmanî û demokratîk de berdewam in. Projeya me mafên hemû gelên Sûriyeye diparêze û ji bo avakirina Sûriyeye federal ku hemû gelên wê hembêz dike ye.”

(bb)

ANHA