Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Daxwaza şêniyan bê bersiva maye

Dîmen

RÊNAS REMO – YEHYA HEBÎB

TIRBESPIYÊ – Şêniyên gundewarên başûrê navçeya Tirbespiyê  ji Şaredariya Gel a Navendî xwestin ku Şaredarî li herêmên wan bêne vekirin. Ev xwestek ji Desteya Şaredariyan re hat rêkirin, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.

Şêniyên gundewarên başûrê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî herêma Qamişlo ya herêma Federal a Cizîrê, di encama girtina Şaredariyên Gel ên Ebû Firi û Hiso Retle, ji ber tunebûna xebatên xizmetê bi gazinin.

Di  vê çarçoveyê de şêniyan ji Desteya Şaredariyan xwestin ku Şaredariyên Gel li herêmên wan vekin, taybet bi destpêkirina hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê re, da rola xwe di xizmeta civakê de bilîzin.

QUSE HEBIB

Welatiyê bi navê Qusey Hebîb ê ji gundewarên başûrê navçeyê, got ku ew ji ber tunebûna xebatên xizmetê zehmetiyan dibînin û wiha got: ″Piştî ku şervanên YPG′ê navçeya Tirbespiyê ji komên çete rizgar kirin, me hêvî kir ku Rêveberiya Xweser di xizmetê de bi me re bibin alîkar. Lê heta niha di vî milî de tu destek nehatiye pêşkêşkirin.

Hebîb bang li aliyên berpirsyar kir ku bi nêzîkbûna dema hilbijartinên Federaliyê re rewşa van herêman di ber çav re derbas bikin û wiha domand: ″Em dixwazin rola xwe di vê pêvajoya nû ya ku li ser demokrasiyê û biratiya gelan hatiye hunandin, bilîzin.″

EHMAD ALHEUAR

Welatiyê bi navê Ehmed El-Hewar jî anî ziman ku ew hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser û Şaredariya Gel di warê xizmetê û tenduristiyê de destek bide şêniyên herêmê.

Ehmed diyar kir ku di dema dawî de ji ber kombûna gemarê, belavbûna kurm û kêzikan, gelek nexweşî di nava şêniyên herêmê de belav bûne.

Hevşaredarê Gel ê herêma Tirbespiyê Ebdulxenî Cuma diyar kir ku wan xwesteka gel a ji nû ve aktîfkirina Şaredariyan ji Desteya Şaredariyan re rêkiriye, lê ev  zêdeyî salekê ye tu beriv nehatiye dayîn.

(mm)

ANHA

TIR-XWEDTIN PRESENNED JI ER ŞEREDARI MA BERSIV NEDEA ‫(42533378)‬ ‫‬