Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Daxwaznameyên 2 partiyan a ruxsetkirinê hate erêkirin

AMÛDÊ– Komîteya Karûbarê Partiyên Siyasî ya Cizîrê daxwaznameyên partiya Roj a Demokraîtk a Kurd li Sûriyê û Teyar El-Xed piştî lêkolînê erê kir.AMUDE-DESTEYA-PARTIYEN-SIYASI (3)

Komîteya Karûbarên Siyasî civaîna xwe li navenda Meclîsa Zagonsaz a navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê lidar xistin.  Di civînê de daxwaznameyên ruxsetan ên partiya Roj a Demokratîk a Sûriyê û Partiya Teyar El-Xed a Sûriyê lêkolîn kirin.

Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo û Nezîra Gewriyê,her wiha Hevserokê Desteya Karûbarê Civakî Mihemed Hesen El-Ebûd,Hevsreokê Desteya Hindir a Kenan Berekat, Heveserokê Desteya Dadê Ariya Mele Mihemd beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir û paşê dosyên herdû partiyan hate nîqaşkirin û di encamê de komîteya siyasî daxwaznameya ruxsetê ya herdû partiyan erê kir.

(jo)

ANHA