Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dayîk: Çima Tirkiye jiyaneke aştiyane ji bo me qebûl nake?

Dîmen

EFRÎN – Dayîka Idlibî ku zarokekî wê şehîd bû û yê din jî di rewşeke xirab de ye wiha got, ″Çima Tirkiye jiyaneke aştiyane ji bo gelê Sûriyeyê qebûl nake.″

Balafirên Artêşa Tirk a dagirker herêma Efrînê bombebaran kirin û herêmên niştecihbûna sivîlan hedef girtin. Di encamê de 6 sivîl (di nav zarokê bi navê Yehya Hemade û zarokekî din) şehîd bûn û 13 sivîl jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya Avirîn têne dermankirin.

Birayê Yehya Hemade yê birîndar jî li nexweşxaneyê tê dermankirin û li gorî kadroyên tenduristiyê rewşa wî xirab e.

Malbata herdû zarokan bi eslê xwe ji bajarê Idlibê ye. Malbatê ji ber şerê li Sûriyeyê jib bo jiyaneke bi ewle berê xwe da Kantona Efrînê û li gundê Tirndayê bi cih bû.

Duh di saetên esrê de, di encama bombebarana balafirên Artêşa Tirk de herdû bira Yehya Hemade (10) û Xalid Hemade (11) birîndar bûn. Yehya tevî hewldanên doktoran şehîd bû û rewşa Xalid ne baş e.

Dayîka herdû zarokan Dehba Elî got ku wan li Efrînê bi aramî jiyan dikin û wiha got, ″Çima Tirkiye jiyana aştiyane ji bo gelê Sûriyeyê qebûl nake?.″

Dayîka Dehba bi çavên tijî hêsir got ku ew ji warê koçber bûn da zarokên xwe ji mirinê biparêze û wiha domand, ″Artêşa Tirk a dagirker sivîlan (taybet zarokan) hedef digire. Ez dixwazim ku tenduristiya kurê min baş bibe.″

(mm)

ANHA