Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dayîk û xwîşka Îsa di nava birîndarên teqînê de ne

QAMIŞLO – Di encama teqîna ku doh li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo pêk hat de zarokê bi navê Îsa Zekeriya  jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn. Di nava birîndaran de dayîk û xwîşka wî jî hebûn.QAM-TEQIN (1)

Doh di saetên êvarê de li parka taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo êrîşek bi motorsklêtekê pêk hat. Hevseroka Desteya Tendurûstiyê ya kantona Cizîrê Ebîr Hesaf diyar kir  diyar kir ku di encmaê de zarokê bi navê Îsa Zekeriya jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.

Di nav birîndaran de dayik û xwişka îsa Zekeriya di nava birîndaran de ne.

Çavkaniyên tenduristiyê navê birîndaran diyar kirin û gotin ku zaroka bi navê Fatma Zekeriya birîndar bûye û lingê wê şikestiye, dayika bi navê Perwîn, ciwanê bi navê Xalid Ebas, ciwanê bi navê Mihemed Hesanî û welatiya bi navê Kelsûma ne.

Berdevkê Hêzên Asyîşa Rojava Elî Hisên di daxwiyaniyejkê de axivî û diyar kir ku teqîn bi destê alîgirên rêjîma yê bi navê Dîfa El-Wetenî têne naskirin pêk hatiye.

Balkêşe ku beriya hilbijartinên hevserokatiya komînan destpêbike pêk hatiye, di heman dema ku hêzên QSDʹê li Reqayê û Dêrazorê derbeyên giran li çeteyên DAIŞʹê dixin. Çavkaniyên siyasî diyar kirin ku hêzên rêjîmê bi van êrîşan dixwaze di herêmê de tevlîhebiyê derbixe, da ku fedralî biser nekeve.

(bx)

ANHA