Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dayik xwarinê ji şervanan re çêdikin

Dîmen

EFRÎN – Dayîkên kantona Efrînê xwarinê ji şervanên YPJ û YPG‘ê  re yên di çeperên berxwedanê de çêdikin.EFR-CINDERESE-AMAEKIRINA-XWERINE-2-1-300x152

Berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriya Artêşa Tirk û çeteyên wê di roja xwe ya 19‘emîn de didome. Dayikên kantonê bi armana destekdayînê û moralê şervanên li çeperên berxwedanê bilind bikin xwarinê ji wan re çêdikin.

Dayik bi riya komînên gund xwe bi rêxistin kirine û xwarinê ji şervanan re yên li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê şer dikin, dişînin.

Dayikan diyar kirin ku were xwestin wekî dayik ew ê biçin eniyên şer û li kêleka zarên xwe şerê çeteyan bikin.

(bb)

ANHA