Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dayîkên şehîdan berê xwe dan Şengalê

TIL TEMIR- Dayîkên têkoşer ên bajarê Til Temir ji bo cejna Newrozê li dayîkên şehîdên Şengalê pîroz bikin, ber bi Şengalê ve ketin rê.

Bi dehan dayîkên Şehîdan ên bajarê Til Temir li pêşiya Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr kom bûn. Dayîkên Şehîdan ên bajarê Til Temir ji bo Newrozê li dayîkên Şengalê pîroz bikin berê xwe dan Şengalê.

Karwanê tirimbêlan ber bi Şengalê ve birêketin û tê payîn ku dayîkên şehîdan ên bajarê Til Temir, Qamişlo, Serekaniyê, Amûde, Dirbesiyê û Heseke li Heseke kom bibin û bi hev re biçin Newroza dayîkên şehîdên Şengalê pîroz bikin.

Dayîka şehîd Jînda destnîşan kir ku dayîkên şehîdan ên kantona Cizîrê dê ji bo destekê bidin berxwedaniya Şengalê û cejna Newrozê li dayîkên şehîdan ên Şengalê pîroz bikin, biçin Şengalê.

(np/dc)

ANHA

TILTEMIR-DAYIKEN-SEHIDAN-PISTGIRI-DIDIN-BERXWEDANA-SENGALE3 TILTEMIR-DAYIKEN-SEHIDAN-PISTGIRI-DIDIN-BERXWEDANA-SENGALE