Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dê 3′yemîn kongreya PYD′ê li Efrînê were lidarxistin

EFRÎN – Dê sibe 3′yemîn kongreya PYD′ê di bin dirûşmeya ″Ji Rojavaya azad ber bi Sûriyeyek demokratîk ve″, li Kantona Efrînê were lidarxistin.

Li navend û navçeyên Kantona Efrînê, bajarê Helebê û herêmên Şahbayê, rêzecivîn hatin lidarxistin. Di encamê de, Koordînasyona Ciwanan di Meclîsa PYD′ê de hat avakirin û Hevserokatiya partiyê hat hilbijartin.

Dê sibe saet di 10.00′an de li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê 3′yemîn kongreya PYD′ê bi beşdariya nûnerên partiyê yên Efrîn, Heleb û Şahbayê, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM′ê, Kongreya Star, Partiya Yekîtî, Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk, Buroya Şahbayê ya Têkîliyên Giştî û Meclîsa Malbatên Şehîdan, were lidarxistin.

Endama Meclîsa Giştî ya PYD′ê Emîne Osê derbarê bernameya kongreyê de axivî û wiha got: ″Dê kongre bi hilbijartina dîwanê dest pê bike, piştre jî dê bi navê PYD′ê, Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM′ê, Kongreya Star û Ciwanan, axaftin werin kirin.″

Emîne anî ziman ku dê piştî axaftinan, rapora salane ya Meclîsa PYD′ê were xwendin, rewşa jinê di nava xebatên partiyê de were nirxandin, rewşa rêxistinî were nîqaşkirin û derbarê xebatên demên pêş de, biryar bêne girtin.

(mm)

ANHA