Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dê Fedraliya Demokratîk çawa bi Hikûmeta Navendî re tensîq bike?

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîtema Fedraliya Demokratîk Hediya Yûsif got ku doza kurdî ne doza mafên çandî ye û ev tişt anî ziman: ʺDîroka me, çanda me û hebûna me ya îro heye. Ne mumkine ku doza kurd bi mafên çandî û rêveberiyên herêmê ku ji aliyê Rûsiya ve di destûrê de hatine pêşniyarkirin . Fedraliya demokratîk xwe dispêrse bingeha Neteweya Demokratîk.ʺ

Di beşê duyemîn a hevdîtina me bi Hediya Yûsif re mijara destûra Sûriyê ku ji aliyê Rûsiya ve hatiye amadekrin, danûstendinên Cinêv ku derbarê Sûriyê de dê bênze, têkiliya di navbera Şam û federaliyê de û tensîqên ku dê pêk werein wekî mijar hatin pirsîn.

1- Çawa dê di navbera Federaliya Barkurê Sûriyê û Hikûmeta Federal a (Pêşerojê) Şamê de tensîq pêk bê?

Federaliya Demorkratîk ne netewî ye û ne mezhebî ye, lê belê ew federaliyek li ser esasê cografî ye. Sîstema wê ya siyasî û rêveberî ne navendî ye.Me Fedraliya Demokraîtk di hevpeymana Civakî de pênase kir, di wir de tê gotin ku ew beşek ji Sûriyê ye. Bê guman dê têkiliyê me yên pêerşojê bi naven Şamê re hebe.  Di hemen demê de dê têkiliyên me bi herêmên din ên Sûriyê re jî hebe. Ev di pêşerojê ve, dê hemû herêm bi navend Şamê ve girêdayî beDi heman demê de dê navendên Fedraliyê jî hebe.  Di aliyê têkiliyên di navbera Fedraliyê û fedariyên din an jî Navendê dê ev yek di riya danûstendinan re were diyarkirin,ev di şeklê rêveberiya Sûriêy û destûra Sûriyê ya nû diyar bibe. Di wir de dê şeklê têkiliyan di navbera navendê û fedaraliyan de diyar bibe.

Bê guman nerînên me di vê mijarê de hene, wek nimûne, em tekez dikin ku Şam divê taybetmendiyên Rêveberiya Xweser a her fedraliyekê biparêze. Têkiliya Şamê bi wan re divê li ser vî esasî pêk were. Çi biryar û qanûnek ji navendê derkeve, divê bi awayekî hevak bi meclîsa Gelan a Demrokatîk û Melcîsa Rêveber a Fedraliyê re pêk were. Ev mijar di hemû aliyan de derbas dara, mînek têkiliyên derve, parstin, aborî û herwekî din.

Ji bo mijara aborî, Aboriya Fedarliya Demroaktîk jî ew beşek ji aboriya nişteimanî ye, divê bi awayekî wehev li ser fedraliyên Sûriyê belav bibe, ev yek piştî ku fedarlî di aliyê aborî de herêmên xwe têr bike, dê pêk were. Yanî dê têkilî di navbera Fedraliyê û navendê de hebe. Hikûmeta navendî nikare hevpeymanan derbarê fedraliyê bi tu aliyan re bi bi tena xwe imze bike. Herger itîfaqek hebe divê navend li Melcîsa Gel a Demroaktîk û desteyên wê yên taybet vegewre. Nûnerên Fedraliya Demokratîk di Melcîsa Zagonsaz  Meclîsa Rêveber a Nevana Şamê de hene, dê hemû têiklî di riya wan re pêk werin. Hemû têkiliyên navdewletî dê di riya tensîqê re pêk were.Navend nikare titşekî li ser Fedraliyê feriz bike.

2-Li ser mijara parastinê, gelo wê hêza parastinê ya Federaliya Bakurê Sûriyê beşeke ji artêşa Niştimanî ya Sûriyê be?

Sîstema Federaliya ya Bakurê Sûriyê wê stratîjiyeke wê ya parastinê hebe, wê artêşeke niştimanî ya hevbeş hebe. Ev hêz dê parastina ewekariya herêmên Federaliya Bakurê Sûriye bike. Di heman demê de berpirsyarê parstina hemû beşên dîtir ên Sûriyê ji êrîşan û destwerdanên hêzn derve ye, di heman demê de jî eger herêmên Federaliya Bakurê Sûriyê rastî êrîşan hat wê demê ji erka hêzên parastinê yên ku di bin bane Artêşa Sûriyê ya Niştimanî de ye ku herêmên Bakurê Sûriyê biparêze. Yanî dê stratîjiyeke leşkerî, hevbeş li ser asta Sûriyê hebe, di heman demê de dê taybetmendiyên parastina herêmên federaliyê ber çav were derbaskirin û ew jî dê hêzên xwe yên parstinê hebe.

Hêzên Sûriya  Demokratîk (QSD) bingeha artêşa Niştimanî ya Sûriye ye, parastina tevahî Sûriyê dike, li Reqqa, Dêra Zorê, Heleb û herêmên din şerê terorê dike. Tekez e ku dê qanûnên parstin û erka leşkeriyê ya di hermên federaliya Bakurê Sûriyê bêne dayîn, mînak welatî ne neçar e ku her herêm û federaliyeke din vê erkê pêk bînê, yanî dê welatî carekê tenê vê erkê pêk bîne.

3-Di aliyê siyasî de, gelo ji mafê Desteya Karên Derve ya Federaliyê ye ku bêyî hikumeta Şamê ya pêşerojê têkiliyan bi derve re çêbike?

Ji mafê Desteya Têkiliyên Derve ya Fedraliya Demoraktîk e ku di mijarên derbarê wê de hevdîttin û têkiliyan bi derve re çêbike. Ev bi şert ku ev bi destûra Sûriyê ya nû re ne nakok be, di heman demê de divê tu metirsînê li ser Sûriyê çêneke. Wezareta Derve ya Sûriyê jî nikare peymanan ku ziyanê li federaliya Bakurê Sûriyê û fedraliyê din dike, lidar bixe. Wekî mînak em itîfaqa Edene ya Bi tirkiyê re bigirn dest. Ev yek dê di dstûra nû ya Sûriyê de diyar bibe. Divê di destûrê de hemû detayên hûr hebin. Divê destûr bi awayekî hevbeş pêk were.

Sîstema Fedraliyê pirojeya hemû pêkhateyên Bakruê Sûriyê ye û riya çareserkirina aloziya Sûriyê ye, em amadene bi hemû aliyan re bikevin nav danû stendinan, da ku ev sîstem li herêmên din ên Sûriyê pêk were. Ji ber ku sîstema Fedralî riya herî guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

4-Di demên dawî de, Rûsiya reşnîvîsa destura Sûriyê pêşniyar kiribû, di vê projeyê de behsa federaliyê nayê kirin. Helwesta we derbarê vê yekê çi ye?

Me modêle ji bo çareseriyê îlan kiriye. Em li hêviya çareseriya aloziya Sûriyê namînin ku daxwaza mafên me û modêla me pêk bînin. Projeya federaliya vîna gelê Bakurê Sûriyê temsîl dike, em di wê qenaetê de ne ku tenê bi vê projeyê aloziya Sûriyê çareser dike. Doza Kurdî ya li Sûriyê ne dozeke mafên çandinî ye. Em jî netewek in, dîroka me, şarestaniya me û çanda me hene. Wê doza kurdên li Sûriyê bê mafên çandiniyê û rêveberiya herêmî ya ku Rûsiyê pêşniyar kiriye çareser nebe. Em hêzeke Sûrî, niştimanî ne, me herêmên xwe rizgar kirine û federaliya xwe îlan kirine, ev jî mafê ne ye.

Di navaroka pêşniyara Rûsiyê de, hin xalên erênî hene wekî” rakirina têgehên netewî ji navê dewletê, desthilatdariya serok û herêman û mijarên girêdayî ziman.  Li şûna rêveberên herêmî û çandî yên ku Rûsiya pêşniyar kirine ev yek dikare bibe bingeha destpêkê ya muzakeriyên piştevaniya projeya fedelasyonê, Projeya me xwe dispêre avakirina sûriyeke ne navendî.

5-Projeya federaliya ku we ragihandiye dişibihe sîstemên kijan dewletan?

Em nikarin sîstema Bakurê Sûriyê wekî yên dewletên din ên cîhanê bi nav bikin. Me li ser hemû sîstemên federaliyê yên cîhanê lêkolîn kirine û me li gorî şert û rewşa heyî sîstema xwe herêmên xwe îlan kirine, di aliyê parçebûnên rêveberiyê hinek be jî dişbe modêla Siwêsrayê, lê di aliyê rêgezan de ne wekî yên tu dewletên din, sîstema me bingehên xwe ji netewa demokratîk digire.

ANHA