Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dê Kongreya Ciwanan di demeke nêz de were lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Amadekar a Kongreya Damezrîner a Ciwanên Sûriyê dema lidarxistina Kongreyê diyar kir û bang li hemû ciwanan kirin ku beşdarî Kongreyê bibin.

Komîteya Amadekar a Kongreya Ciwanên Sûriyê bi daxuyaniyekê, dema lidarxistina Kongreya Ciwanan diyar kir.

Daxuyanî wiha ye:

″Hêz û Tevgerên ciwanan ên Bakurê Sûriyê di bin banê Buroya Ciwanên MSD′ê de li hev civiyan û dema lidarxistina Kongreya Ciwanan diyar kirin. Dê di Kongreyê de hemû rêxistinên ciwanan ji tevahî herêmên  Sûriyê beşdar bibin û derbarê rewşa Sûriyê (taybet rewşa ciwanên Sûriyê) nîqaş bikin.

Di vê civînê de komîteya amadekar a lidarxistina Kongreyê ji hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen û Êzidî, hat avakirin. Her wiha nûnerên tevger û rêxistinên ciwanan û ciwanên partiyên Bakurê Sûriyê jî cihê xwe di nav de girtin.

Komîteyê gelek civîn lidar xistin. Di civînan de, lidarxistina Kongreyê ji hemû aliyên rêxistinî, siyasî, cih û dîrok û ragihandinê ve, hat nîqaşkirin.

Me reşnivîsa projeya rêziknameya Rêxistina Ciwanên Sûriyê bi dawî bû û dê di Kongreya Damezrîner a Ciwanên Sûriyê de were pêşkêşkirin. Dê Kongre di meha adarê de were lidarxistin.

Bi navê Komîteya Amadekar, em bang li hemû hêz, tevger û kombûnên ciwanên Sûriyê û ciwanên partiyan dikin ku beşdarî Kongreyê bibin.″

(mm)

ANHA