Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dê Koordînasyona Aboriya Jinên Bakurê Sûriyeyê were avakirin

QAMIŞLO – Komîteya Aborî ya Jin encamnameya konferansa aborî eşkere kir û hate raghandin ku dê Koordînasyona aboriya jinên Bakurê Sûriyeyê bê avakirin.

Komîteya Aborî ya Jin encamnameya Yekemîn Konferansa Aboriya Jinên Bakurê Sûriyê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî li navenda Komîteya Aborî ya Jin hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Yekîtiya Koperatîfan Nebîle Mihemed û bi zimanê erebî ji aliyê endama Komîteya Çandiniyê Awaz Silêman ve hat xwendin.

Di Yekemîn Konferansa Aboriya Jinên Bakurê Sûriyê derbare pêşxistina aboriya jin de biryarên girîng hatine girtin û ji raya giştî re hatin eşkere kirin.

Daxuyaniya Komîteya Aborî ya jin derbare biryarên di konferansê de hatiye girtin wiha ye:QAM-ENCAMEYA-KONFERANSA-DERIKE1

ʺYekemîn konferansa Aboriya Jinên Bakurê Sûriyê bi dirûşmeya: ʺJin afrînera aborî ya raste û aborî çalakiya jinê a civakî ye hate pêk anîn. Konferans bi tevlîbûna herêma Minbic, Efrîn, Kobanê û Cizîrê heman demê de saziyên eleqeya xwe ji aborî re hene bi giştî hate pêk anîn. Konferans dû rojan berdewam kir, ji kanton û saziyan roja yekemîn 220 kes wek mêvan, roja duyemîn 160 kes wek delege tevlî bûn. Nirxandin destpêke ji pêvajoya siyasî destpê kir û hate ser ziman ku, pêwîste aboriya gorî şer û gorî demê bê avakirin û dîse nava şer de pêwîstiya Aboriya jin û girîngiya wê hate ser ziman, eynî demê de girîngiya aboriya xweser û ambargo vala derxistinê hate nirxandin. Konferansê de perspektîfên birêz OCALAN yên aborî, polîtîkaya jin û rapora kar û xebatên 2 salan hate xwendin. Eynî demê de li ser kar û xebatan istatîstîkên pêşveşûna kar bi rengê silyat hate dayîn, û sînevizyona karê du salan hate  pêşkêşkirin. Weke peyam destpêke peyama KJK`ê hate nîşandan. Nîqaşên giştî li ser xweser rêxistinbûn û çalakbûna pêşketin, li ser koparatîf avakirin û koparatîf gorî pêwîstiya civakê avakirine eynî demê de hûndirê koparatîfan de bingeh avakirin, perwerde dayîn û koparatîf hin çalak rêxistinkirinê nîqaşên girîng hatin pêşxistin. Bi giştî nîqaşên hêz û hêvî didin bi morla û coşeke mezin hatin pêşxistin. Konferansê de nûnerên suryanî, ereb û kurdan bi zimanê xwe nîqaş kirin û xwe nava konferansê de dîtin.

Encamê karê aboriya jin ya du salan de sala 2016 15 koperatîf hetibûn avakirin, sala 2017 hejmara van bûn 60 koperatîf endam de 75 koperatîf bi tevlîbûna 10,200 jina hate avakirin.

Biryarên konferansê yên sereke;

1-Koordînasyona aboriya jinên Bakurê Sûriyeyê bê avakirin

2-Kadroyên aborî yên herêmî bên rêxistin çalak kirin.

3-Akademî ya xweser a aborî bê avakirin, û girîngî ji perwerdeyê re bê dayîn.

4-Navenda lêkolîn û pêşxistina aborî bê vekirin.

5-Li navenda aborî de beşên ragihandin, arşîv û dîplomasî bên rêxistin kirin.

6-Saziya karkeran re hevbeş bê kar kirin.

7-Nava kooparatîfan de perwerdeyên pisporiya kar û koparatîf hîn çalak kirinê re û eynî demê de wateya koperatîfan ji endaman re baş bê dayîn.

8-Koperatîf gorî pêwîstî û berjewendiyên civakê û nava komînan de bên avakirin û her komîn bibe xwedî koperatîfekê.

9-Jinên ciwan kar û xebatên ziraatê de, û bi giştî nava karê aborî de bên perwerde kirin û pisporên kar  bên rêxistin kirin.

10-Koparatîf ziraat, sewaldarî, pîşesazî û tîcaretê hîn çalak bên pêşxistin.

11- Giranî ji xebatên rêxistinkirina karê aborî yên xetên gundan re bê dayîn.

12-Koperatîfên zîraatê aliyê alavên çandinî de xwe têr bike û pêwîstiyên xwe, bi xwe pêşwazî bike.

13- Hemû beşên aborî de wek zîraat, sanayî, sewaldarî û tîcaret navendîbûyîn û sazîbûn çêbe.

14- Karê jinê yê desta, yê ku niha bê nirx maye bê zindîkirin û nava civakê de bê pêşxistin.

15-Giranî hin zêdetir ji koparatîfên herêmî û biçûk re bê dayîn û gorî wê bên pêşxistin.

16-Bingeha Yekîtiya Koparatîfa, girêdayî vê mala koparatîfa yên ku hatine avakirin û bi giştî hemû beşan de koparatîf bê çalak kirin.

Jin afrînera aobrî ya raste û aborî çalakiya jinê a civakê ye

Konferansa yekemîn a aborî ya jiên Bakurê Sûriyeyê li hemû jinên cîhanê pîroz beʺ.

(mk/se)

ANHA