Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dê li Girê Spî mîhrecana çandê were lidar xistin

GIRÊ SPÎ – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî amadekarî dike ku li ser asta herêma Girê Spî Mîhrecana Çand û huner li dar bixîne.

Bi boneya salvegera 5`mîn a çirûska şoreşa 19`ê Tîrmehê wê li bajarê Girê Spî roja 20-21`ê Tîrmehê mîhrecan were lidar xistin.

Mîhrecan wê bi dirûşmeya ʺ Mîhrecanên Çandî ne bûyereke asayî ye ku derbas bibe û ne şahiyeke bênirxe, lê bele şopdareke dîrokê dimîneʺ tê lidar xistin.

Armanc ji Mehrîcanê ewe ku di aliyê Çand û Huner û Mîras de civak hişyar bibe. Dê welatiyên Girê SPî ji kurd, ereb, çerkes, ermen, sûryan ji Silûk, Eyn Îsa, Hemam Tirkman, bajarê Girê Spî û gundên wê beşdar bibin.ZILIXA EBDE

Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zelîxe Ebdî got ku Mîhrecan dê li bajaroka Eyn Erûs ku 2 km dikeve rojavayê bajarê Girê Spî were lidar xistin.

Derbare xebatên ku di mîhrecanê de werin pêşkêş kirin Zelîxe Ebdî wiha got:ʺ Wê di mîhrecanê de govend, staran, spor, satranc, pêşbirka hespan û motorsiklêtan, xwarinên gelerî werin pêşkêş kirin û şahî were lidar xistinʺ.

Zelîxe Ebdî di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku wê Mîhrecan saet 18:00 şevê destpê bike heyanî 23:00 bidomeʺ.

Zelîxe Ebdî di dawiya gotinên xwe de bang li hemû gelên Sûriyê kir ku tevlî mîhrecanê bibin.

Ji bo çalakiyên mîhrecanê jî komîteyên taybet hatine avakirin.

(Jo)

ANHA