Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dê li Şehbayê 85 hezar kartên hilbijartinê bêne belavkirin

TOLîN HESEN  

ŞEHBA – Hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şehbayê Cîhad Ehmed diyar kir ku dê 85 hezar kartên hilbijartinan di riya komînan û komîteyên li kantonê hatine avakirin, werin belav kirin.CIHAD-EHMED ‫(1)‬ ‫‬

Li Kantona Şehbayê piştî ku şêniyên gundê Şêx Îsa vegriyan malên xwe, 46 komîn hatin avakirin, 126 kesên (kurd, ereb, turkmen û ernaût) xwe ji bo hevserokatiya komînan pêşniyarkirine.

Hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şehbayê Cîhad Ehmed têkildarî xebatên hilbijartinan ji ANHAʹê re axivî û wiha got: ʺSerlêdana gel û coşa a wa a ji bo hilbijartinan em mamatî hiştin. Beşdarbûna welatiyan em jî bi mural kirin ku em karê xwe hîn baştir pêk bînin û gelê herêmê bighînin hilbijartinan.ʺ

Ehmed di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku piştî deriyê qebûlkirina navên bernazetan hate gitin  wan  dest bi lêkolînkirina navan kiriye û wiha dom kir: ʺ  Xebatên lêkolînê wê di dema wê de diyar bibe, da ku namzet êdî dest bi propogandiya xwe ya hilbiajrtinê bikin û di 22ʹê êlonê de hilbijartin werin lidarxistin.ʺ

Ehmed da zanîn ku 21 komîteyên kar hatine avakirin û wiha pê de çû: ʺLi Til Rifet, navçeya Fafîn, Ehres û Kefir Naya komîteyên me hatine bicihkirin. Li navçeyên kantona Efrînê ku koçberên Şehbayê lê hene jî dê kar û xebatên me hebin, da ku hilbijartin baş pêk were. Her wiha dê bersiva pirsên welatiyan ênderbarê hilbijartinan û fedaraliyê de werin bersivandin.ʺ

Ehmed her wiha destnîşan kir ku wan 85 hezar kartên hilbijartinan ji bo şêniyan amade kirine û got ku dê kartên hilbijartinan di riya komînan û komîteyên komseriyê re li welatiyan werin belavkirin.

Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan yê Kantona Şehbayê Cîhad Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû şêniyan kir û ev tişt anî ziman: ʺPêwîste hemû şênî erka xwe pêk bîn in û berê xwe bidin sendoqên hilbijartinan.ʺ

(bx)

ANHA