Têkilî | Derheqê me de
ANHA

De Mistura: Wê QSD`ê Reqa rizgar bike

NAVENDA NÛÇEYAN –  Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan De Mistura da zanîn, ku meha Cotmehê de li Sûriyê dawî li çeteyên DAIŞ`ê were û got ku wê QSD`ê Reqayê rizgar  bike.

Staffan De Mistura got ku cihên DAIŞ`ê yên li Sûriyê mayî wê di dawiya meha Cotmehê de bikevin.

De Mistura di civîneke  çapemeniyê de wiha got: “Em dibinîn ku tiştê ku em niha jiyan dikin ku destpêka şere, tiştê ku em niha dixwezin ewe ku destpêka aştiyê be.”

Staffan De Mistura da zanîn  ku hîn sê herêm li Sûriyê  ew jî Reqa, Dêrorê û Idlibê ku bê aramî lê heye.

De Mistura da xuyakirin ku piştî Reqa û Dêre Zorê wê kêliya rastî derkeve hole û wiha dom kir: ʺHeger Civaka Navnetewî alîkariya hêzên Opozîsyonê û hikumetê bike û zextê li hikumetê bike ku nîqaşeke rast qebûl bike, di salekê de wê hilbijartin pêk werin.”

De Mistura da xuya kirin ku QSD`ê û bi alîkariya Hêzên Koalisyona Navnetewî wê Reqa di dawiya cotmeh de rizgar bike.”

(jo)

ANHA