Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dê MSDʹê hevdîtina danûstendinê lidar bixe

NAVENDA NÛÇEYAN– Buroya Têkiliyên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) wê derbare Fedraliya Demokratîk a herêma Cizîrê hevdîtineke danûstendinê lidar bixe. MSDʹê bang hemû aliyan kir ku beşdarî hevdîtinê bibin.

Hevdîtina ku dê li ser  Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku ji aliyê MSD`ê ve were lidarxistin, dê di roja 24`ê tebaxê de li salona Beylesan a navçeya Amûde ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê destpê bike.

Hevdîtina danûstendinê ya MSDʹê wê bi dirûşmeya ʺFedralî riya herî guncaw a çareseriyê ye, her wiha baştirîn rê ji bo avakirina Sûriya Pêşerojê ya hemû welatiyan e ʺ were lidarxistin.

Buroya Têkiliyên MSD`ê bang li hemû partiyên siyasî yên kurd, ereb, suryan, rûsipiyên herêmê, rêxistinên sivîl, jin, ciwan û rewşenbîran kir ku werin tevlî hevdîtinana danûstendinê bibin.

(np)

ANHA