Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Dem dema azadiyê ye’

SILAVA IBRAHÎM- MAJDA CELÛD

DÊRAZOR – Şervanên jin ên ji bajarê Dêrazorê ku di nava refên QSD′ê cih girtine, dane zanîn ku QSD′ê tekan e hêza ku ji bo azadiya gel şer dike û diyar kirin ku armanca wan rizgarkirina jinên Dêrazorê ye. Şervanan gotin ku niha dema lixwekirina cilên azadiyê ye.

27  jinên ciwan ên ji Dêrazorê bi armanca ku tevlî nava refên Hêzên Sûriyeye Demokratîk bibin, beşdarî dewreya perewrdê ya li Akademiya Şehîd Rûken bibûn û 25 rojan perwerde dîtin.

Jinên ku piştî qedandina dewreyê cihê xwe di nava refên QSD‘ê de girtin, armancên tevlîbûna xwe destnîşan kirin.

DIR EL ZOR-EDADE-JINE-KO-TEVLI-QSDE (2)

Şervana bi navê Roz Zagros sedama tevlîbûna xwe spart du armanca û got: “Armanca yekemîn ji ber ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk hêza tekaneye ku ji bo azadiya gelan şer dike, armanca vê hêzê ne pere û ne jî berjewendî ne. Armanca duyenîm ji bo nasnameya jinên Dêrazorê û mafên wan vegerîne ye.”

Roz Zagors destnîşan kir ku ew ê li kêleka şêniyên Dêrazorê be, ta ji terorê werin rizgarkirin û bajêr were paqijkirin. Zagors di dawiya axaftina xwe de soza şopandina şehîdan da û got: “Ez ê heya dawî li ber xwe bidin, ta azadiya xwe, azadiya gelê xwe bi dest bixim û heta gel  bi aştî bibjî.”

DIR EL ZOR-EDADE-JINE-KO-TEVLI-QSDE (1)

Şevanan bi navê Hêvî Gabar armanca tevlîbûna xwe ya nava refên QSD‘ê wiha anî ziman: “Ez li gel malbata xwe me li Dêrazorê jiyan kir. ji ber zulam û hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê me gele zehmetî kişandin, ji ber vê yekê ez tevlê bûm, her wiha ji bo ku ez wekî jinên Bakûrê Sûriyeye bi azadî jiyan bikim.”

Hêvî Gabar got ku ew li benda Hêzên Sûriyeye Demokraîtk bûn da ku herêma wan ji terora DAIŞ‘ê rizgar bikin û paşê ew jî tevlî bibe. Hêvî bang li jinên Dêrazorê kir ku tevlî nava refên Hêzên Sûriyeye Demokraîtk bibin, da ku azadiya xwe bi dest bixînin.

DIR EL ZOR-EDADE-JINE-KO-TEVLI-QSDE (3)

Şirîn Gabar jî dibêje ku cilên DAIŞ‘ê û rengê wê ber bi tunebûnê ve diçe û got:” Niha dema lixwekirina cilên azadiyê ye, ev cil rengekî azad û serkeftinê dide jiyanê.”

Şirîn Gabar diyar kir ku ew li hember hemû astengiya bisekine û di cîhanê de serbilindî bimeşe ji ber ku ew niha şervana QSD‘ê ye.

Şirîn Gabar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku cihê xwe di nava Hêzên Sûriyeye Demokratîk de bigirin.”

(bb)

ANHA