Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Dem hatiye ku em deriyên destwerdanên derve di karûbarên me de bigrin’

GIRKÊ LEGÊ – Hevseroka  KNK`ê Nîlûfer Koç di Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê de axivî û got:”Dem hatiye ku em deriyên destwerdanên derve di karûbarên me de bigrin”.

Hevseroka Kongreya Neteteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç di Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdisanê tê lidarxisin de, axivî.

Nîlûfer Koç di destpêka axaftina xwe de, diyar kir ku hemû hêzên ku Kurdistan dagir kirine tevî nakokiyên di navbera wan de, îro ji bo dijberiya gelê Kurd hemû bûn yek. Me dikarbû ku em bersiva hemû astengiyên ku li pêşiya gele Kurd derdikevin, bidin. Mînaka wê jî, ger PDK`ê tevlî Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya li Silêmaniyê hate lidarxistin biba, wê dunyayê hemû piştgirî bida referandumê”.

Nîlûfer got:”Ji ber tunebûna hêza me, me nikarbû Qadî Mihemed, Şêx Seîd û rêberên xwe yên din biparêzin. Lê îro em xwedî hêz in û pêwîst e em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dîl girtin, biparêzin”.

Hevseroka KNK`ê diyar kir ku dijminên gelê Kurd îro jihevketine û lawaz in, lê tiştê ku hîşt gelê Kurd wekî xwe bimîne nebûna yekrêziya Kurdan û artêşekî Kurdî ye.

Nîlûfer Koç di dawiya axaftina xwe de ev nirxand kir:”Dijminên gelê Kurd dev ji hemû nakokiyên di navbera xwe de berdan û li dijî îradeya gele Kurd bûn yek. Dem hatiye ku em deriyên destwerdanên derve di karûbarên me de bigrin. Ji ber vê yekê jî lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê erkeke li ser milê hemû Kurdan e û dem hatiye ku em nasnameya 50 milyon Kurdî mayînde bikin”.

(kc)

ANAH