Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Dem ne dama em ji dijminan re xizmetê bikin’

Dîmen

GIRKÊ LEGÊ – Di hevdîtinên şêwerî girîngiya demê ji kurdan re hate destnîşankirin û hate gotin ku dem nedema kurd ji dijminan re xizmetê bikin.

Beşdarên şêwira Yekîtiya Kongera Neteweya Kurdistanê ya li Rojava ji hevdîtinan re bi hêvî ne û destnîşan kirin ku ev hêvdîtin dê hêviyên mezin a gelê kurd ber bi yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê ve ye.

BENIN MIHEMED

Derbarê mijarê de, Nûnerê Patiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriye (Yekîtî) Bengîn El-Mihemde diyar kir ku Partiya wan vê hevdîtinê pîroz dikin û piştgiriyê didin yekîtiya gelê kurd û tekez kir ku ew amade ne erka xwe pêk bînin.

El-Mihemed bang li endamên Kongereya Neteweya Kurdistanê kir ku nakokiyên xwe çareser bikin  bi her çar parçeyan li gorî şert û mercan ji bo lidarxistina kongeryê bixebitin.

LEZGIN MIHEMED

Endama Kongreya Star a herêma Efrînê Lezgîn Mihemed jî anî ziman ku yekîtiya netewî ya kurdî riya xelaskirina gelê kurd e û got: “Gereke em hemû ji bo bidawîkirina nakokiyan û lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê tevbigerin.”

Lezgîn Mihemed di rola jina kurd di şoreşa Rojoava de destnîşan kirin û got ku jina kurd a Rojava ji hemû jinên cîhanê re bûye mînak û dikare ji bo yekîtiya netewî ya kurdî  xwe isbat bike.

Nûnera Jin a kantona Şehbayê Naz Îsa kêfxweşiya bi hevdîtinan wiha anî ziman: “Ez bi vê roja dîrokî ji bo kurdan kêfxweş im, ev gaveke girîng ber bi yekîtiya netewî ya Kurdistanê û çareserkirina nakokiyan e.”

NAZ ISA

Naz Îsa di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku kurd ji bo sîstemên dijberî doza kurd  ên wekî rêjîmên ereb, faris û tir gelek xizmet kirin û got ku dem ne dema ku kurd ji dijminan re xizmetê bikin, lê dema ku kurd bi xwe xizmeta xwe bikin.

(bb)

ANHA