Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dem û Dewran Guheriye..

ANALÎZ

SÎNAN CÛDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bûyer û pêşketinên ku diqewimin diyardibe ku konsept û tîfaqek li dijî Tevgera Azadiya Kurd ji çar aliyan ve despêkiriye.

Arteşa dagirker a Tirk piştî Cerablûs û herêma Raî hewldide bi alîkariya hêzên navnetewî ber bi başûr ve, ango ber bi Babê ve pêşbikeve. Bi vê dagirkeriyê ve dixwaze armanca xwe ya standina Helebê ser bixe. Dîsa bi taybet li herêma dikeve navbera Raî û Babê de gundên Kurdan yekser hedef digre. Bi balafir û topan van gundan topbaran dike, ser de jî çeteyên xwe ve gundê dagirkiriye dişewitîne. Gotin di cih de be, kuç li ser kuç nahêlin.

Bê guman ev armanca dagirkeriyê tenê bi vê herême ve sînordar nîne. Bi heman awayî li derdora Girê Spî jî amadekariyên xwe zêde dike. Li gorî nûçeyên ji herêmê tên arteşa Tirk a dagirker bi hezaran çete û çekên giran li vê herêmê kom dike. Hîn komikên ku li ser sînor hatine rêxistinkirin amade ne ku êrîşeke dagirkeriyê bimeşînin.

Li kelêka vê, artêşa dagirker li ser sînor komkujiyên xwe jî berdewam dike. Her kesê ku dixwaze nêzî sînor bibe bê pirs dikuje. Di heftê derbasbûyî de jî gelek hemwelatiyên Federasyona Rojava-Bakurê Sûreyê li ser sînor hatin qetilkirin.

Di milê din ve dewleta Tirk bi rêya dîplomasî û hevditînên bi welatên cûrbecûr ve êrîş dibe li ser hêzên YPG/YPJ. Bi gotinên terorîzmê sucdar dike, rixmê ku ji aliyê çi derdor ve neyê ere kirin jî bi van gotinan he            wldide derewên xwe belav bike, di serê raya gişti ya navnetewî de şêlûbûn çebike.

Hedefê Tirkiyê parçekirina QSD ye

Xebatêk din a ku dewleta dagirker a Tirk xwe pê ve giredide perçekirina hêzên QSD` ye. Bi nêzbûna hemleya rizgarkirina Reqa ve dewleta Tirk hewldide ku tekanê hêza ku li dijî DAIŞ`ê şer dike ji hêz bixe. Ji milêkî ve pêkhateyên Ereb ên di nava QSD`ê de bi planên cûrbecûr ji hev perçe bike û ji milê din de jî dixwaze van hêzan ji YPG`ê dûr bikevin. Di daxuyaniyek dawî ya rayedarek Tirkan de eşkere bû ku planê wan a eslî, hemleya rizgarkirina Reqa de çeteyên giredayî xwe û pekhateyên Ereb bigihîne hev û YPG`ê dervayî vê hemle bihele. Ev jî nîşan dide ku armanc ne li dijî DAIŞ`ê serkeftine, hêzên QSD`ê ji hev perçe kirin e.

Li bakurê Kurdistanê jî zextên li dijî Tevgera Azadiyê bê navber berdewam dike. Heta niha bi hezaran Kurd hatin girtin. Di hefteya dawî de dest danîna ser şaredariyên gel jî zedê bû. Hemû şaredariyên ji aliyê gel ve hatin hilbijartin bi hicetên cûda tên standin. Rêveberiyên herêmî bi van girtin û dest guhartinan ve ji gel tên dizîn. Hemû kesên piştgiriya xwe ya bi Kurdan re nîşan didin jî dibin hedefê êrîşên dewleta dagirker.

Dewleta dagirker ji bo kiryarên wê eşkere nebe li ser çapemenî jî zextek mezin dimeşîne. Qedexeya demkî ya pêvajoya derbasbûyî de têrê wê nekiriye ku bîryara girtina dezgehên çapemenî derxist û bi dehan tv, rojname û radîo da girtin. Di nav van dezgehên ragihandinê de herî balkeş jî girtina ZarokTV bû. Bi vê nêzîkatî û helwestê xwe carek din nîşan da ku tiştê hedef digre Kurd û Kurdînî ye. Tehamûl nake zarokên Kurdan bi zimanê xwe fîlmkartonan jî temaşe bikin. Dagirkerî naxwaze zarokên Kurdan bi zimanê xwe yê dayikê xewn û xeyelên xwe bijîn.

Dewleta dagirker bi riya dîplomasiya demên derbasbûyî meşandî ve konsepta li dijî Kurdên Azad de hin tişt bi dest xist. Yek ji van destkeftiyan jî bîryara girtina Med Nûçe bû. Yek jî televîzyona herî bi bandor a di raya gişti ya Tirkiyê de Med Nûçe bû. EutelSat ku şerîkekî Fransiye û çi tekîliya wê bi Tirkiyê re nîne, li ser daxwaza dewleta dagirker bîryara girtina vê televîzyonê da.

Zext û qedexeya li ser çapemeniya Kurdî û hin dezgehên çapemeniya demoqratîk jî baş nîşan dide ku dewleta dagirker hewldide hemû dengên dijber ên di nava civakê de bitepsîne û tûne bike.

PDK di heman konseptê de cî digire

Hevkarên dewleta dagirker jî ji wê kêmtir namîne. Zextên li başûrê Kurdîstanê tên meşandin jî giredayî heman konseptê bi rêk û pek dimeşe. PDK`ê, bi zêdebûna nîqaşên operasyona Mûsilê ve giredayî hebûna PKK`ê ya li çiyayê Şingalê dike rojevê xwe. Bi vê armancê hefteya derbasbûyî bi destê hin kesên herêmê civîn di nava gel de pêş dixin û dixwazin ji devê gel gotina “bila PKK ji Şengalê derkeve” bigrin. Her çiqasî gelê herême bi tundî bersiva van kesan dabin û piştgiriya xwe ya bi hebûna PKK`ê ya li çiyayê Şengalê nîşan dabin jî, xuya dike ku dev ji van hewldanan naye berdan.

PDK, li dijî gelê Kampê Şehîd Rûstem Cûdî ango kampê Maxmurê jî zaxtek dimeşîne. Gelê li Hewlêr û bajarên din ê başûr dixebitin ji bajaran derdixe û îcazeya kar kirine nahêle. Ser de jî nêzî heftekî ye nahêle kes ji wargeh derkeve. Ji bo vê qedexe hacetê nîşan dide jî balkeşê. Dibeje “hûn tevlî xwepeşandana dibin, civîn û mitîng çedikin, gilî û gazincên xwe ya li dijî desthilatiya me di nava civakê de vedibejin”. Zaxtên bi dehan sal in di asta cûda de li ser serê gel dihat meşandin êdî zivirî qedexeyên eşkere û ev dibe zemînek pirr cûda a tevlîheviye.

Di ser de jî hemû kesên ji bakurê Kurdîstan, ji destê dewleta dagirker revî ne û xwe gihandinê başûrê Kurdîstanê tên tewambar kirin. Rêvebir û asayîşa PDK gelê ji bakur hatî tehdît dike û dibeje “ger hûn piştgirî bidin xwepeşandana emê we radestî dewleta tirk bikin”.

Demekî ku ji bo Kongra Netewî hêvî û baweriya gel zedê bûye de nêzîkatiyên bi vê awayî beriya her tiştî derbe li yekîtiya Kurdan dixe. Bi vê yekê têne dewleta faşîst a Tirkan kêyfxweş dibe. Lê PDK`ê dîsa jî di dewsa bi Kurdan re bibe yek, di bin siya dewleta faşîst de cih girtinê hildibijere.

Bê guman ev tiştên me li jor anî ziman dikare were zêde kirin. Lê ger mirov bixwaze rewşa heyî penase bike û xeteriya li dijber fêmbike ev jî bes in.

Bêguman biqasî dijwariya êrîşan, helwesta bi vîn û bi bîryar jî li pêş çav in. Tirkiyê, PDK`ê û hêzên bi van re tekîldar êrîş dimeşînin çiqas bixwazin jî nikarin li pêşiya çemê diherike bisekinin. Dem û dewran guheriye. Êdî gel jî xwedî gotinê ye û dizane xwe tevger bike.

Mînaka herî dawî jî civîna pilatforma danûstandinên demokratîk ê Sûriyeyê ye. Zêdetirî 160 nûner û aliyên muxalif ên Sûrî di pêşengtiya Kurdan de li hev kom bûn û ji bo pêşerojek azad a Sûriyeyê nîqaşên dîrokî meşandin. Bîryarên ji vê civînê derketî bersiva herî baş a li dijî van êrîşane. Konsept û tîfaqên li dijî Tevgera Azadiya Kurd çiqasî bixwazin bibin asteng û li pêşiya vê pêşketinê bigrin jî dê nikarbin.