Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dema  lidarxistina Kongreya Jinê ya Sûriyê hat diyarkirin

Dîmen

MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Komîteya Amadekar a Meclîsa Jinê ya Sûriyê, piştî xebatên bê navber û lidarxistina rêze civînan ku ji tevahî jinên gelek bajarên Sûriyê re pêkhat, dema lidarxistina kongreya Jinê ya Sûriyê diyar kir.

Di 5`ê sibata 2016`an de, Konferansa Jinê ya Sûriyê hat lidarxistin. Di konferansê de,kesayetên siyasî yên jinên ji herêmên cuda yên Sûriyê amade bûn. Di konferansê de Desteya Jinê ya Sûriyê hat avakirin. Lê xebatên Desteyê rawestîn, biryar hat girtin ku li şûna Desteyê, Meclîsa Jinê ya Sûriyê bê avakirin. Li ser vê esasê Komîteyeke amadekar ji 12 endamên jin ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, her wiha ji jinên serbixwe hat avakirin da ku Kongreya Jinê ya Sûriyê bê lidarxistin.

Di vê çarçovê de, Komîteya amadekar dest bi xebatan kir. Rêze civîn ji tevahî jinên Sûriyê re, li Rojava û bajarên din ên Sûriyê hate lidarxist. Di civînan de, reşnivîsa rêziknameya hundirîn a Meclîsa Jinê ya Sûriyê hat nîqaşkirin, her wiha nerînên jinan jî hat girtin. Lidarxisrina van civînan ji aliyê jinên Sûriyê ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Têkildarî lidarxistina kongreyê û avakirina Meclîsa Jinê ya Sûriyê, Endama Komîteya Amadekar a Meclîsa Jinê ya Sûriyê Hêvîn Şêxo ev agahî dan: ʺAvakirina Meclîsê wek yekbûna tevahî jinên Sûriyê û çareserkirina dozên têkildarî jinjê ye.Dê sîstema demokratîk û pirreng  di Sûriyê de bê bicihanîn û azadêm, demokrasî û dadwerî ji tevahî nasnameyên nijadî, çandî û civakî re pêk bîne. Ev jî dê xwe bispêre parastina azadiya jinê.ʺ

Hêvîn Şêxo diyar kir ku, Komîteya Amadekar piştî xebatên bê navber, di 8`ê vê mehê (Îlonê) de Kongreya Jinê ya Sûriyê werê lidarxistni û dê di kongreyê de derdorê 150 jin beşdar bibin û destnîşan kir ku tê payîn hejmara nûneran zêde bibe û wiha dom kir: ʺJi ber ku di nava Meclîsê de jinên ji tevahî gelên Sûriyê cih digrin, dê taybetmendiyeke vê Meclîs hebe.ʺ

Derbarê naveroka Kongreyê, Endama Komîteya Amadekar Hêvîn Şêxo wiha got:ʺXebatên Kongreyê dê zêdetir li ser armanca avakirina Meclîsa Jinê ya Sûriyê be. Her wiah dê dozên têkildarî jinê nîqaş bike û dê perespektîfên Kongreyê bên xwendin. Perespektîf di demên pêş de ji aliyê Komîteya Amadeka a Meclîsa Jinê ya Sûriyê ve hatin amadekirin. Dê reşnivîsa Rêziknameya Hundirîn ku ji aliyê jinên Sûriyê ve hatiye nîqaşkirin, bê tesbîtkirin û berdevka bi navê Meclîsa Jinê ya Sûriyê bê avakirin.ʺ

(rr)

ANHA