Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dema qeydkirina navê şagirtên Tebqayê hate diyarkirin

TEBQA – Ji bo vekirina dibistanên Tebqayê bê navber kar û xebat tê meşandin. Li aliyekî din jî şagirt û malbatên wan li benda 15`ê Îlonê ne da ku navên zarokên xwe li dibistanan qeyd, bikin.TEPQA-DEMA-QEYDKIRINA-NAVE-SAGIRTAN (1)

Tevî hejmara zêde ya koçberan, lê Komîteya Perwerdê di Meclîsa Sivîl a Teqbayê ji bo ji nû ve sererastkirina dibistanan, di nava liv û tevgerê de ye. komîteyê dibistanên (Sinûberiyê, Cahiz, Tariq bin Ziyad û dibistana Omer Mixtar) tamîr kirin, herwiha 6 dibistanên gundên Elbo Asî, Kirîn, Ayid Mezin û Ebo Hûreyîra û yên din li Sefsafê, hatin tamîr kirin.

Derbarê dibistanên din de,  wê komîte koçberên ku di dibistanan de dijîn derxînin û cihekî din ji wan re bibînin, her wiha dê avahiyên dibistanan ji nû ve werin sererastkirin.

Ji ber kêmbûna hejmara dibistanên ku bêne vekirin, bi destpêkirina meha Cotmehê wê sîstema du danan were bikaranîn ji bo ku hejmareke zêde ji şagirtan bide xwendin.XANIM ALFAREG

Endamê Rêveberiya Komîteya Perwerdê Xanim Ferec derbarê vekirina dibistanan de ev tişt anî ziman: “Roja şema wê giropa yekemîn a mamosteyan ku wê li ser rewşa rêxistinî û rêveberiya dibistanên werin erkdarkirin, heta ku mamosteyên ku wê li ser perwerdeya sala nû ya xwendinê werin hilbijartin. Paşê jî dê rêziknameya hindirîn a dibistanan paşê li dibistanan were belavkirin. Di riya rêziknameyê de dê têkiliya di navbera rêveber,mamoste û şargirtan de diyar bike. ʺ

Tomarkirina navê zarokan wê di 15`ê êlonê de destpê bike. pelên pêwîst ji bo pelên xwe naskirinê eger hebe û eger tine be wê pelekê ji meclîsa taxa şagirt bê girtin.

Malbatên şagirtin dema bihîstin wê dibistan werin vekirin, dest bi kirîna amadekarî û pêdiviyên dibistanê kirin.

(jo)

ANHA