Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Dengê stranên berxwedanê ji dengê balafiran bilindtir e

Dîmen

TÎRAST CÛDÎ

EFRÎN – Welatiyên gundên nêzî sînor ên navçeya Şera ya Efrînê derketina ji gundên xwe qebûl nakin û li rex şervanên YPG’ê û YPJ’ê li ber xwe didin. Cuma Dawûd yek ji welatiyên gundê Omera ya navçeya Şera ye mînaka welatiyan di bilindkirina moralan de ye.

Hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ji 20’ê Çile ve li dijî herêma Efrînê berdewam dike û li hemberî wê berxwedana serdemê bi moralên bilind berdewam e. Di çarçoveya berxwedanê de welatiyê bi navê Cuma Dawûd yê ji gundê Omera ya navçeya Şera bi dengekî zelal stran û destanên berxwedanê dibêje û tevî hemû topbarana dagirkeran li dijî gund dîsa jî pezê xwe li derdora gund diçêrîne û welatiyên gund jî moralên xwe jê werdigirin.

Cuma Dawûd di stranên xwe de piştrast dike ku dê heta serkeftinê berxwedana xwe berdewam bikin û ti carî ji gundên xwe dernakevin.

(jh)

ANHA