Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Derar: Dê gelê Reqayê bajarê xwe birêve bibe  

HOGIR NECAR

QAMIŞLO – Hevserokê MSD′ê Riyad Derar da zanîn ku dê welatiyên Reqayê bajarê xwe birêve bibin, serkeftinên mezin bi dest bixin û çarenûseya xwe diyar bikin.

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar pirsên têkildarî rola MSD di pêşeroja Reqayê de û çawaniya birêveberina bajar bersivand.

*Rizgarkirina Reqayê bandoreke çawa li ser Sûriyê û Rojhilata Navîn kir?

Piştî ku rêjîma Baas ji Reqayê vekişiya, hêzên radîkal wekî Ehrar El-Şam û komên din bajar desteser kirin. Van hêzan destûr nedan ku Meclîsa Herêmî xizmetê pêşkêşî gelê bajar bike. Her wiha Meclîs ji aliyê opozisyonê ve jî nehat destekirin. Di encamê de saziyên bajar nehatin aktîfkirin. Piştî vê yekê çeteyên DAIŞ′ê bajar dagir kirin û gelek zulm li gelê herêmê kirin. Rizgarkirina Reqayê girîngiya yekîtiya gelê herêmê û avakirina civakeke demokratîk, radixe ber çavan.

Rêxistina DAIŞ′ê bi temamî bi dawî bûye û dibe ku gelek Endamên vê rêxistinê veguherin hucreyên razayî. Ev yek metirsiyê li ser ewlhiya herêmê dike.

*Piştî rizgarkirina Reqayê, dê MSD′ê bi çi rengî bajar birêxistin bike?

Armanca MSD′ê rêxistinkirina gel û avakirina jiyaneke azad û birûmete. Da gel bikaribe saziyên xwe ava bike. Dê welatiyên Reqayê bajarê xwe birêve bibin, bi riya nûnerên xwe di Meclîsa Sivîl a Reqayê de serkeftinan bi dest bixin û çarnûseya xwe diyar bikin. Her wiha ew ê malên xwe jinûve ava bikin, bajarê xwe biparêzin û bi lîstokên rêjîma Baas neyên xapandin.

Di vê çarçoveyê de em civakê birêxistin dikin û hewl didin civakeke demokratîk li ser bingeha sîstema Federal ava bikin. Bi vê yekê dê welatiyên herêmê jiyana xwe bi awayekî demokratîk bijîn.

*Gelo hûnê di demên pêş de ji bo xebatên jinûve avakirina bajar, destek bidin Meclîsa Sivîl a Reqayê?

 Dê Meclîsa Sivîl a Reqayê were firehkirin û ji bo jinûve avakirina bajar dê xebatên sivîl û siyasî bêne meşandin. Her wiha dê bajar were parastin.

*Di dawiyê de hûn ji gelê Reqayê û tevahî gelê Sûriyê çi dibêjin?

 Gelê Reqayê ji ber paşguhkirina rêjîma Baas, gelek zehmetî dîtin. Divê gelê herêmê hişyar be, bi berpirsyariyên xwe rabe û destûr nede ku careke din ji aliyê nûnerên fikira radîkal ve neyên xapandin.

(mm)

ANHA