Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Deraseyên xwe ji bo mewsim amade dikin

Dîmen

DIYAR EHMO

AMÛDÊ – Xwediyên derase (Batoz) dest bi temîrkirin û amadekariya meswim ku dê di meha gulanê de destpê bike, dikin. Xwediyên derasan ji ber buhabûna parçeyên temîrê û destê karkeran gazincan dikin.AMUDI-CUNKE GHEGRE XWE ŞDIN DEM SALA (5)

Her sal di van deman de xwediyên derasan amadekariya mesimê berhevkirina ceh, genim, nîsk û herwekî din dikin.  Li Amûdê jî wekî bajarên din ên Rojava xebatên temîrkirinê hatiye destpêkirin. Xwediyên derasan di van deman de metor û alavên xwe temîr dikin da ku di mewsimê ku di meha gulanê de destpê dike, amade be.

Cotkar û xwediyên derasan ji ber barîna baranê li bendêne ku mewimê îsal baş be, lê di haman demê de jî buhabûna parçeyan û buhabûna karkeran gazinc dikin.

WElatiyê bi navê Esed Sedî yê ji bajarê Amûdê yek ji xwediyên derasayan e. Ji bavê xwe fêrî temîrkirina derasê bûye û niha bi xwe jî di vî warî de dixebite.HEMDY HECMIHMO

Sedî got ku ji ber ku parçe gelekî buhane karê wan zehmet dibe ûw iha dom kir: ʺBerê parçe erzan bûn, lê niha parçe gelekî buha bû ne, parçeya ku berê bi 100 lîreyên Sûriyê dihat kirîn, niha bi 2 hezar lîreyên Sûriyê têne kirin. Di heman demê de ew parçe pir kêm in û hinek parçe nayên peydakirin.ʺ

Xwediyên derasan destnîşan dikin ku karkerên dixebitin jî gelekî buhaye  û evyek jî bandorê li karê wan dike.

Welatiyê bi navê Hemdî Hecî Memo yê ku deraseya xwe temr dike jî heman rewşe. Xwediyên deraseyan dibêjin ku ji ber keysbaziya bazirganan parçeyên temîrkirina derasan buhabûye û cotkaran ji saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk daxwaz kirin ku çavdêriya bazirgabiya parçeyan bikin Di heman demê de daxwaz kirin ku parçeyan ji wan re were peydakirin.KIMAEELESHID

Bazirgan jî li ser mijarê nirxandineke din dikin. Xwediyê dikana firetina parçeyan Ebdulhelîm Qico got ku sedema buhabûna parçeyan ew ku ji bajarên din ên Sûriyê parçeyean tînin û heta dighêjin Rojava demek dirêj dikşînin, her wiha buhayê kirya madeyan jî pir zêde ye, her wiha buhabûna Dolar beranberî lîreya Sûriyê jî yek ji sedemane e.

Endamê Meclîsa Çandiniyê yê kantona Cizîrê Kanîwar Derwîş li ser mijarê got ku ji ber parçe bi zehmetî têne peydakirin û got ku saziyên Rêveberiya Xweser dê mazotê ji xwediyên deraseyan re peyda bikin û bang li hemû xwediyên deraseyan kir li giroî beriyarnameyên rêveberiyê tevbigirin.

(dc)

ANHA

AMUDI-CUNKE GHEGRE XWE ŞDIN DEM SALA (3) AMUDI-CUNKE GHEGRE XWE ŞDIN DEM SALA (2) AMUDI-CUNKE GHEGRE XWE ŞDIN DEM SALA (1)