Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DÊRAZOR, li aliyekî berxwedan û li aliyekî peyam û radestkirin- 1

DOSYA

Dêrazor..Bûka firat û şahidê şaristaniyan e

ALAN ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Dêrazorê ku bi navê Buka Firatê tê nasîn, bi dewlemendiya xwe ya cugrafî, şaristanî û aborî tê naskirin. Li cihekî stratejîk hatiye avakirin û yek ji herêmên ku herêmeke berfireh ji Çemê Firatê girtiye nava xwe.Xeta xaka wê ya li ser Firatê ji bo çandiniyê gelekî base, derdora wê jî çolistaneke berfirehe.

Di vî beşê me yê Dosya emê derbarê Dêrazorê de “Li Dêrazorê, peymanên teslîmkirinê li aliyekî pêk tê, li aliyê din jî berxwedanû rizgarkirkirin heye”, her wiha li ser dîroka bajar, çand û rewşa wê di dema çeteyên DAIŞ’ê herêm ji xwe kirin cihekî stratejîk û kaniya fînasekirinê li Sûriyê û Îraqê.

Dêrazor…. Dîrok û civak

Dêrazorê bi navê xwe yê herêmî “Dêr” tê naskirin. Yek ji mezintirîn bajarên rojhilatê Sûriyê ye. Li gorî sîstema berê ya Sûriyê bajarê Dêrazorê navenda parêzgehê ye. Di aliyê dîrokî de gelek şaristiyên cûda li herêmê derketin. Şaristaniya Mezopotamiya, Asûrî, Aramî, Moriyîn, Ekadîn û Romanî li ser herêmê serwer bûne. Di serdema Islamê de jî ji dema Umewiyîn û heta Ebasiyîn li Dêrazorê bi cih bûn.

Mexûliyan di sedsala 13’an Dêrazorê wêran kirin û bajarê wê rûxandin. Di sala 1865’an de Osmaniyan ew der kirin Mutesrefiya Dêrazorê û fermanên derbarê herêmên çolistana Şamê, beşek ji bejahiya Cizîrê. JI ber vê yekê bajarokê Dêrê wê demê fireh bû û bû bajarek ku gelek saziyî lê hatin avakirin.

Çemê Firatê bajarê Dêrazorê ku 2 parçe dabeş kirine. Beşek ji jê re tê gotin El-Şamiye, ew jî dirêjahiya Çolistana Şamê ye. Beşê duyem jî Cizîrê, ew jî berdewama kantona Cizîrê ye. Piraniya civaka Dêrazorê ji pêkhateyên ereb in, kurd û ermenî jî li bajar, bajarok û hin gundên Dêraozrê jiyan dikin. Piraniya civaka Dêrazorê eşîrtî esas digirin. Ji mezintirîn eşîrên herêmê Begara û Igêdat in. Hejmara niştecihê wê beriya aloziya Sûriyê derdora 515 hezar kes in.

Bûyerên dîrokî yên Dêrazorê…

Welatiyên ermenî yên ji aliyê Osmaniyan rastî komkujiyan hatin, Dêrazorê stasyona wan a dawî bû. Leşkerên Tirk li wir gelek komkujî pêk anîn. Dewleta Osmanî d wê demê de gelek bûyerên qetilkirinan derbarê ermaniyan de pêk anîn. Li Dêrazorê kenîseya Komkujiya Ermaniyan bûye meqseda bi hezaran ermaniyan ku salane serdana kenîseyê dikin e.

Di sala 1920’an de eşîreya Melan a kurdî li herêma Cizîrê li dijî dewleta Osmanî serî hildan û Osmanî ji Dêrazor, Meyadîn, Ebû Kemal, Reqa û heta Serêkaniyê derxistin.

-Di dema Firansa de Sûriyê wekî 6 dewletên biçûk hatibû dabeşkirin. Dêrazorê wê demê bi Dewleta Helebê ve hate girêdan.

-Di 3’yê hizêrana sala 1941’an de li Dêrazorê peymana di navbera Hikûmeta Fîşî ya Firansa û Artêşa Birîtaniya ya derbarê Cenga Cîhanê ya Duyemîn de pêk hat, hate imzekirin. Bi piştgiriya Birîtaniya ji Urdinê hêdî hêdî Sûriyê ji destê Hikûmeta Fîşî derket.

Mezintirîn kaniya aborî ya Sûriyê ye

Di salên 1980’yî de li nêzî bajarê Dêrazorê kaniyên ji petrol û xazê hatin dîtin. Mezintirîn qadên petrolê yên nêzî bajarê Dêrazorê qada Teym ku derdora 6 kîlometreyan dûrî bajare, Şirketên biyanî li wir dest bi lêkolîna neftê kirin.

Ji berhemên binerd ku Dêrazorê pê tê naskirin xwê jî heye. Dêrazorê bi çandiniyê jî tê nsakirin. Li ber çemê Firatê bi dehezaran donim erd têne çandin. Di van zeviyan de Pembo, genim û gelek cûreyên zebze û herwekî din jî têne çandinî.

Di herêma Dêrazorê de cihê gelek cihê dîrokî jî hene, ji wan Memleketa marî, Keleha Helebî û Zelbiye yên bi nav û deng hene. JI bilî wan jî bi dehan deverên dîrokî û şûwnwar hene. Di bajarê Dêrazorê de pira dalqyayî heye û ew pir pir di herêmê de bi nav û denge.

Şoreşa Sûriyê û derketina komên çete!

Rêjîma Sûriyê zulim û zordarî li ser gelê Sûriyê meşand. Serok û rêveberên partiya Baas hemû xêrûbarên Sûriyê ji xwe re veqetandin û civak dûrî hemû dewlemendiyan wan kirin. Li aliyê din jî xwestin dewlemeniya civakî qetil bikin. Xwestin yek netewê û yek partiyê li ser gelê Sûriyê feriz bikin. LI dijî vê yekê gelê Sûriyê di sala 2011’an de serî li dijî xulima rêjîma Sûriyê hilda û dest bi xwepêşandan û çalakiyên li dijî rêjîmê kir. Li Dêrazrê meşên herî mezin ên li dijî rêjîmê hatin lidarxistin.

Komên çete yên bi navê Artêşa Azad derketin, di hizêrana 2012’an de beşek jib ajar ji destê rêjîmê derxistin. Paşê gelek komên cûda û bi navê cûda derketin û li dijî şêniyên herêmê çetetî dan meşandin. Van koman xêrûbêra herêmê talan kirin. Komên herî zêde hatin nasîn, Cebhet El-Nusrea, El-Qeqa, Hemzat û her wekî din. Herî dawî jî di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê herêma Dêrazorê dagirkirin û tevlî dewleta xwe ya bi navê “Dewleta Îraq û Şamê kirin” hêzên rêjîmê di beşekî biçûk a di nava bajar de di çembera çeteyan de man. Rewşa heta beriya çend mehan wiha dewam kir.

Hêzên rêjîmê kuştin û qetilkirina şêniyên Dêrazorê dewam kirin, bi taybet li heêrmên rojhilat. Ji ber kiriyarên çeteyan bi hezaran şêniyên Dêrazorê malên xwe terik kirin û berê xwe dan herêmên Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê. Ciwanên eşîreyên Dêrazorê tevlî hêzên QSD’ê bûn û xwe birêxistin kirin û Melcîsa Leşkerî ya Dêrazorê ava kirin. Armanca ciwanên Dêrazorê ew bû ku herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, da ku şêniyên herêmê li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş rêveberiya xwe bikin.

Hêzên rêjîmê gelek caran hewldan kir ku bajarê Dêrazêrê bidest bixe, lê ne dikarî vê yekê pêk bîne. Herî dawî di encama itîfaqa Huzib El-Ah, rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê bajar radestî hêzên rêjîmê, Huzib El-Ah û alîgirên wan hate kirin. Em ê di beşê duyemîn ê vê dosya me bale bikşînin van itîfaqên wan.

Di heman demê hîn Hemleya Bagera Cizîrê ku hêzên QSD’ê bi serkêşiya Melcîsa Leşkerî ya Dêrazorê daye destpêkirin,dewam dike û şervan hîn jî pêş ve diçin û herêman ji çeteyan rizgar dikin. Di van dosyên xwe de em ê balê bikşînin ser hemeleya Bagera Cizîrê û di çi astê de pêk hat.

Sibe: Eşkerekirina peymana çawa bajar radestî rêjîmê hate kirin, Bagera Cizîrê di çi qonaxê deye.

(dc)

ANHA