Têkilî | Derheqê me de
ANHA

DÊRAZOR, li aliyekî berxwedan û li aliyekî peyam û radestkirin- 2

DOSYA

Peymanên di navbera DAIŞ û rêjîmê de diyar dibin

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî hevpeymana (Cerûd El-Qelemûn) a di navbera Hizbullah a Lubnanî û çeteyên DAIŞ`ê derfet ji Hêzên Rejîma Sûriyeyê re çêbû ku berbi Dêrazorê ve biçin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê di encama hevpeymanekê de bajarê Dêrazorê radestî Hêzên rejîma Sûriyê kirin. Ji aliyekî dîtir ve jî QSD`ê destbi Pêngava Bagera Cizîrê kir. Nuqteyên QSD`ê ji aliyê Hêzên rejîma Sûriyê û Rûsya ve hatin bombebarankirin. Çeteyên DAIŞ`ê û hêzên rejîma Sûriyê ji bo hedefgirtina nuqteyên QSD`ê di nava têkiliyekê de bûn.

Dîroka 26`ê tebaxê di navbera Hizbullah a Lubnanî û çeteyên DAIŞ`ê hevpeyman çêbû. 300 çeteyên DAIŞ`ê ji herêma Qelemûn a Sûriyê ya li ser sînorê Lubnanê derkevin û berê xwe bidin herêma Dêrazorê. 28`ê tebaxê jî karwanekî ji maşîneyên DAIŞ`ê ji herêma Qelemûn derketin û berbi bajarê Dêrazorê ya Sûriyeyê ve herikîn. Ji Dêrazorê jî derbasî bajarê Bokemal ê li ser sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê, bûn. Sekreterê Giştî yê Hizbullah Hesen Nesir Allah û Serokê Sûriyê Beşar El-Esed li ser vê hevpeymanê disekinîn. Nesir Allah çû Şamê û li ser rewşa dawî ya vê hevpeymanê rûniştin.

Hesen Nesir Allah wê demê şertên hevpeymanê wiha raghandin:ʺ Rewşa leşkeran were zelalkirin û cenazeya kuştiyên li eniyan şer dikirin radestî wan were kirin, Metranî yên hatine revandin û rojnamevan Semîr Kesa serbest berdinʺ. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê Ehmed Meitûq radestî Hizbullah bike û Hizbullah jî serçeteyê DAIŞ`ê yê Qelemûn xerbî Miwefiq Ebû El-Sûs û Ebû Zêd radestî çeteyên DAIŞ`ê bikin.

Her wiha di çarçevê hevpeymanê de çeteyên DAIŞ`ê cenazeya kesê Îranî Mihsin Hececî yê li herêma Tenef nêzî sînorê Sûriyê û Iraqê hatiye kuştin, radestî Hizbullah bikin. Heres El-Sewrî û Hizbullah li bajarê Tedmûrê cenazeya Mihsin Hicecî girtin, birin Şamê û ji wir derbasî Îranê kirin.

Hesen Nesir Allah yek ji xalên hevpeymanê ya herî girîng eşkere nekir ew jî; karwanê çeteyên DAIŞ`ê ji Qelemûn derbikeve û derbasî bajarê Bokemal ê Dêrazorê bibin. Li beramberî wê jî çeteyên DAIŞ`ê bajarê Dêrazorê û gundewarên wê bi temamî radestî Hêzên rejîma Sûriyê û gurûpên çekdar ên aligirî wê, bikin.

Koalisyona navdewletî destûr nedida ku karwanên çeteyên DAIŞ`ê derbasî bajarê Dêrazorê bibe. Ew karwan du hefteyan li çolê ma û di encama hevpeymaneke di navbera Rûsiye û Amerîka de roja çarşemê û pêncşemê (12-13) îlonê ew karwan derbasî Dêrazorê bû.

Radestkirin û xwe paşve kişandin

Piştî ku karwanê çeteyên DAIŞ`ê gihîşte Dêrazorê hêzên rejîma Sûriyê û DAIŞ`ê destbi piratîka xalên hevpeymana Cerûd El-Qelemûn kirin. Berî wê hêzên rejîma Sûriyê raghandinbû ku wan destbi hemleya Dêrazorê kirine û hemleya wan gelekî giran diçû. Piştî hevpeymana Cerûd Qelemûn hêzên rejîma Sûriyê lez bi pêşveçûn.

Piştî hevpeymana Cerûd El-Qelemûn bi hefteyekê Hêzên rejîma Sûriyê raghandin ku bajarê Dêrazorê ji çemberê derxistine. Ajansa Nûçeyan a Sana ya Sûriyê anî ziman ku artêşa Sûriyê gihîştine navenda Foc 137 a rojavayê bajar û çembera DAIŞ`ê şikandin.

Pêşveçûna Hêzên rejîma Sûriyê li Dêrazor û gundewarên wê ji aliyê rojava û başûr berdewam kir. Herî dawiyê piştî ku çeteyên DAIŞ`ê xwe ji bajarê Meyadîn vekişandin rejîma Sûriyê 14`ê cotmehê 2017`an raghand ku wan bajarê Meyadîn a Dêrazorê girtine.

3 mijdarê xalên hevpeymana Cerûd El-Qelemûn temam bûn û çeteyên DAIŞ`ê bajarê Dêrazorê radestî hêzên rejîma Sûriyê kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê

QSD`ê û şêniyên gundewarên Dêrazorê hewldidan ku şêniyên herêma Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin. Meclîsa Dêrazorê ya leşkerî ku di bin sîwana QSD`ê de ye li ser daxwaza şêniyên herêmê xwe amade dikir ku gundewarên Dêrazroê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bike.

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê 9`ê îlonê 2017`an bi riya daxuyaniyekê raghand ku Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina herêmên rojhialtê gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê destpêkir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê destbi hemleya rizgarkirina rojhilatê çemê Firatê bikin, sivîlan biparêzin û wan li herêmên bi ewle bi cih bikin.

Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê jî destekdayîna xwe ji Pêngava Bagera Cizîrê re bi daxuyaniyekê raghand û got ew ê di mijara cebilxane, lojistîk û perwerde de alîkarî bidin QSD`ê.

Pêngava Bagera Cizîrê ji aliyê Ebû Fas û aliyê Ebû Xeşeb ve destpê kir. Roja duyemîn ji pêngavê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ketin herêma Sînai ku 15 km dikeve bakurê rojhilatê Dêrazorê.

Hêzên Sûriyê û Rûsya alîkarî didin DAIŞ

Şervanên QSD`ê 13`ê îlonê Mehlec El-Eqtan rizgar kirin û 16`ê îlonê hêzên rejîma Sûriyê û Rûsiya nêzî herêma Sînai rojhilatê çemê Firatê nuqteyên QSD`ê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 6 şervanên QSD`ê birîndar bûn.

Di heman rojê de QSD`ê kargeha şeker û istasyona ceyranê ya dikeve bakurê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Piştî QSD`ê febrîqeya El-Ezbe û Konîko 23 îlonê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, balafirên Rûsiya careke dîtir nuqteyên QSD`ê bombebaran kirin û hewldan ku pêşveçûna şervanên QSD`ê asteng bikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewle destnîşan kir ku Rusya dixwaze li pêşiya pêşveçûna QSD`ê berbi çemê Firatê ve asteng bike û alîkariya çeteyên DAIŞ`ê dike.

Pêngavê destbi qonaxeke nû kir

28`ê îlonê piştî ku ziyanên mezin gihîştin çeteyên DAIŞ`ê û mesafeteke fereh ji Cizîra Sûriyê rojhilatê çemê Firatê hat rizgarkirin, Fermandariya Giştî ya QSD`ê raghand ku Pêngava Bagera Cizîrê destbi qonaxeke nû kir. Her wiha hat raghandin ku bi qonaxa nû re Pêngav ji 4 baskan ve (Merkede, El-Sûr, El-Cezrat û herêma Sînaî) bi pêşve diçe û di vê qonaxê de wê herêma Cizîra Sûriyê bi temamî were rizgar kirin. Di heman daxuyaniyê de hat îlankirin ku navçeya Sûr, gundê El-Seed, Beir El-Nefax ên gundewarên Dêrazorê jî hat rizgarkirin.

30 îlonê Hêzên rejîma Sûriyê nuqteyên QSD`ê yên gundê Kobar topbaran kirin.

Piştî mehekê li ser Pêngava Bagera Cizîrê re derbas bû baskê Ebû Xeşeb û Cezrat nêzî kargeha Şeker gihîştin hevdû. Di encama şer de jî 156 çete hatin kuştin û cenazeya 27 çeteyan ket destê şervanên QSD`ê de. Di çalakiyên taybet ên QSD`ê de 70 çete ku di nav wan de serçete jî hebûn, ketin destê şervanên QSD`ê de, 10 maşîneyên bombebarkirî, 4 maşîneyên leşkerî, 3 erebeyên çeka doçka û erebeyeke sergirtî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rûxandin û 50 hezar sivîl ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Di mehekê de 3468 km2 ji xaka Sûriyê di Pêngava Bagera Cizîrê de hat rizgarkirin. Di wê mesahetê ciyên girîng weke kargeha Şeker, Mihlec El-Qutin, febrîqeya Ceyranê, Febrîqeya Konîko, qada El-Ezbe û Cefre û bajaroka Sûr a dikeve rojhilatê Dêrazorê hatin rizgarkirin.

Nûçegîhanên Ajansa Hawar şehîd bûn

Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawar Pêngava Bagera Cizîrê dişopandin. Roja 12`ê cotmehê di wextê ku nûçegîhanan rewşa sivîlan dişopandin çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrîşî sivîlan kirin. Erebeyeke bombebarkirî di nava sivîlan de teqandin û di encamê de nûçegîhanên me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed li kêleka bi dehan sivîlan şehîd bûn û Rizgar Denîz jî bi dehan sivîlan re birîndar bû.

14`ê cotmehê baskê El-Sûr gihîşte baskê Merkede û piştî du rojan Hêzên rejîma Sûriyê nuqteyên QSD`ê yên nêzî kargeha şeker bakurê Dêrazorê topbaran kirin û di encamê de 4 şervan birîndar bûn. QSD`ê jî bersiva êrîşa hêzên rejîma Sûriyê da.

Qada petrolê ya herî mezin Omer hat rizgarkirin

Roja 22`ê cotmehê QSD`ê qada Omer a petrolê ku 10 km dikeve rojhilatê bajarê Meyadîn ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û piştî wê qada El-Tenik a petrolê jî rizgar kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê didome û tê payîn ku Meclîsa Leşkerî ya di bin sîwana QSD`ê de herêma gundewarên Dêrazorê ku dikeve rojhilatê çemê Firatê di van çend rojan de bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin.

DAIŞ û rejîma Sûriyê li dijî QSD`ê li hevdû kirin

Roja 24`ê cotmehê hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê êrîşî nuqteyên QSD`ê kirin. Li navenda Cefre (istasyona tirênê) çeteyên DAIŞ`ê êrîşî nuqteyên QSD`ê kirin. Hêzên rejîma Sûriyê jî bi çekên giran nuqteyên QSD`ê yên gundê Cibîle hedef girtin û şervanên QSD`ê bersiv dan êrîşan û êrîşa DAIŞ û hêzên rejîma Sûriyê têkbirin.

Li gorî agahiyan hêzên rejîma Sûriyê destûr dan çeteyên DAIŞ`ê ku ji herêmên di bin dagirkeriya wan de çek û cebilxane bigrin û êrîşî QSD`ê bikin.

Di beşê siyemîn de wê li ser têkiliya di navbera çeteyên DAIŞ` ê û hêzên rejîma Sûriyê bi ziravî were rawestandin û derbare wê de agahî bi ziravî were dayîn.

SIBE: Destê rêjîma Sûriyê di piştigirya çeteyên DAIŞê de heye

(np)

ANHA