Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Derbarê 25’ê Mijdarê de semîner hatelidarxistin

HESEKÊ – Navenda Piştgiriya pskolojîk a Amara ya bajarê Hesekê derbarê tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan semînrek da.HSK-NEDWA-JI-BO-SIDETA-SER-JINE (3)

Navenda Amara bi nêzîkbûna roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan (25`ê Mijdarê) bi armanca pênasekirina girîngiya vê rojêsemînerek li navenda xwe ya li taxa El-Muftî ya bajarê Hesekê semînerek lidar xist. Endamên Saziyên Civaka Sivîl jî beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de gelek mijar hatin vegotin û hate destnîşankirinku divê tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan daha were pêşxistin, her wiha sedema tundiyê û pêşxistina tekoşînê hate vegotin.

Semîner bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endama Rêveber a Navenda Amara Rola Hesen axivî û derbarê roja 25`ê Mijdarê de axivî û got ku ji sala 1999`an ev wekî roja tekoşîna li dijî zulma li ser jinan hatiye destîşankirin û wiha dom kir: “Hişmendiya baviksalariyê di civakan de her dem hewil da bikaranîna şêwazên zorê û tirsandina derheqê jinê de, rola jinê bişkîne.”HSK-NEDWA-JI-BO-SIDETA-SER-JINE (2)

Paşê jî Endama Rêveber a Navenda Amara Wefai Mihemed, hin şîret û tedbîrên hişyariyê li hemberî tundiya li dijî jinê û sînordarkirina wê bên girtin, xwendin.

Beşdarên semînerê jî, derbarê pirsgirêka tundiya li ser jinê û çawaniya perwerdekirina civakê da sînorek jêre bê danîn, bi nerînên xwe beşdar semînerê bûn.

(rr)

ANHA