Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Derbarê danûstandinên aloziyê helwest hatin nîşandan

NAVENDA NÛÇEYAN – Partî û hêzên Bakurê Sûriyê daxwaz kirin Desteya Danûstandinan ji nûve bê avakirin û hêzên aktîf û yên baweriya wan bi çareserkirina aştiyane û demokratîk heye, beşdar bibin.

Partî û hêzên siyasî yên Bakurê Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî dan raya giştî û helwestên xwe derbarê hemû xebat û çalakiyên çareserkirina aloziya Sûriyê de, nîşan dan.

Daxuyanî wiha ye:

″Ji ber kiryarên kuştin û rûxandinê, her wiha di encama ajanda û berjewendiyên hêzên navnetewî û herêmî de, aloziya Sûriyê hê kûrtir bûye. Ev yek êdî bandore li ser aştî û ewlehiya herêmê û tevahî cîhanê dike.

Bi ragihandina projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê re, projeyeke demokratîk û hevbeş li ser esasê biratiya gelan hat avkakirin û hemû gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Tirkmen, Misliman, Xiristyan û Êzidî cihê xwe di xebatên rêveberiyê de girtin.

Hêzên me yên QSD′ê di şerê li dijî terorê û zordestiyê de, biser ketin û çeteyên DAIŞ′ê di bajarê Reqayê de ketin bin dorpêça şervanan. QSD′ê zêdeyî 1/3 ji xaka Sûriyê rizgar kirine.

Em li dijî tundiyê ne. Em ê aloziya Sûriyê bi xebatên siyasî ya li ser esasê avakirina Sûriyeke demokratîk cihêreng û ne navendî (Federal) çareser bikin. Em dibînin ku girînge Desteya Danûstandinan jinûve bê avakirin, da hêzên aktîf û yên ku bi çareserkirina aştiyane demokratîk bewerin, beşdar bibin û Kongreya Niştimanî ya ji bo dîyalogê bê lidarxistin, da çareseriyek ji aloziya Sûriyê re bê peydakirin.″

Partî û hêzên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê

Partiya Aşûrî ya Demokratîk

Partiya Wîfaq a Demokratîk a Sûriyê

Partiya Biratî ya Kurdistanê

Patiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî)

Tevgera El-Îslah

Desteya Niştimanî ya Erebî

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyê

Partiya Kesk a Kurdistanê

Yekîtya Lîberal a Kurdistanê

Partiya Yekîtiya Suryanî

Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî)

Partiya Kedkaran a Kurdistanê

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê

Tevgera Nûjen a Kurdistanê

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê

(rr)

ANHA