Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Derbarê derketina Ocalan a ji Sûriyê sînevizyon hatepêşkêşkirin

HElEB– Yekîtiya CIwanên Rojava sînevizyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û dema derketiya wî ya Sûriyê pêşkêş kirin.HLB-CIWANAN-SINEFIZIYON-LI-SER-SEROK-PESKESKIRIN (3)

Bi rasthatina salvegera derketina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ji Sûriyê ku di 9’ê cotmeha 1998’an de pêk hat, Şaxê Yekîtiya Ciwanên Rojava a Helebê sînevizyopek pêşkêş kir. Sînevizyon li salona civînan a Şêxmeqsûd Rojava hate pêşkêşkirin.

Endamên Melcîsa Malbatên Şehîdan, Endamên Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk jî nav de bi dehan ciwanên kurd û ereb beşdarî pêşkêşkirina sînevizyonê bûn.HLB-CIWANAN-SINEFIZIYON-LI-SER-SEROK-PESKESKIRIN (2)

Beriya sînevizyon were pêşandara ciwan deqeyekê rêzgirtinê rawestiyan û paşê Endama Rêveber a Yekîtiya Ciwanên Rojava Zinarîn Ehemed axivî û bal kişand ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û berxwedana Rêberê Gelê Kurd pênase kir.

Piştî axaftin bi dawî bû sînevizyona ku beşek ji gotinên Ocalan tê de hebûn hate pêşandan.

Piştî pêşandan bi dawî bû beşdaran bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan beriz kirin.

(dc)

ANHA