Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Derbarê her sê têkoşeran belavok hatin belavkirin

TEBQA – Endamên jin ên Meclîsa Ciwanên Tebqa, belavokên danasîna jiyana têkoşerên jin  Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Tebqayê  belav kirin.  Hersê têkoşer di 9`ê çile 2013`an de li se destê MîT`ê Tirk li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin.

Ev cara yekemîne jinên Tebqayê komkujiya derheqê têkoşerên Kurd de, ku cihekî girîng di nava Kurdistaniyan û şoreşgerî li cîhanê girtiye nas dikin.

Bi armanca pênasekirina rastiya hersê têkoşeran û têkoşîna wan a ji bo azadiya jinê hatiye kirin, jinên ciwan  belavok li kolanên sereke yên bajarê Tebqa belav kirin.

Tê payîn civînek bi heman armancê wê îro li bajaroka El-Cirniye ya bakur-rojavayî bajarê Tebqayê werê lidarxistin.

(rr)

ANHA