Têkilî | Derheqê me de

Derbarê reşnivîsa Meclîsa Jinên Sûriyê nêrîn têne girtin

Dîmen

QAMIŞLO- Endamên Komîteya Amadekar a Meclîsa Jinên Sûriya derbare reşnivîsa rêziknameya Meclîsa Jinên Sûriyê civiyan û nêrînên wan girtin.

Komîteya Amadekar a Meclîsa Jinên Sûriyê ji bo nirxandina reşnivîsa rêziknameya Meclîsa Jinên Sûriyê bi jinên pêkhateyan dîtir dest bi nîqaşê kiriye.

Divê vê çarçevê de bi jinên Partiyên Siyasî yên Sûriyeyê civiye. Civîn li Weqfa Jina Azad a taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Nûnerên jin ên Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Yekîtiya Jinên Suryan, Desteya Niştîmanî ya Ereb, Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Kombûyîna Niştîmanî ya Kurdistanê, Modernîteya Demokratîk, El Partî ya Demokratîk a Kurdistanê, endamên Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Nûjîn Yûsiv û endamên Komîteya Amadekar a Meclîsa Jinên Sûriyeyê tevlî civînê bûn.

Civîn bi deqeyekê rêz girtine destpê kir. Piştî wê endama Komîteya Amadekar Lorîn Ibrahîm axivî û hedefa wan ji organîzekirina van civînan wiha vegot:ʺ di van civînan de em dixwazin jin ji bo reşnivîsa rêziknameya Meclîsa Jinên Sûriyeyê nêrînên xwe bidinʺ.QAM-MECLISA-JINEN-SURIYE1

Lorîn di berdewamiya gotinên xwe de hedefên Meclîsa Jinên Sûriyeyê wiha anî ziman:ʺ Meclîs dixwaze aloziya Sûriyeyê bi riyên siyasî û demokratîk çareser bike. Her wiha sîstemeke demokratîk ku mafên çandî û civakî yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze, ava bikinʺ.

Piştî axavtina Lorîn Ibrahîm bi dawî bû reşnivîsa rêziknameya Meclîsa Jinên Sûriyeyê hat xwendin û beşdarvanên civînê nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo reşnivîsê vegotin.

Di dawiya civînê de Lorîn Ibrahîm encama civandina Komîteya Amadekar a Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi beşdarvanên civînê re parve kir û got ew ê bi jinên herêmên Bakurê Sûriyeyê re jî bicivin û nêrênîn wan jî bigrin.

(np)

ANHA