Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Derbarê Roja 25`ê Mijdarê civîn ji endamên Rêveberiya Xweser re hate lidarxistin

Dîmen

Dîmen: https://youtu.be/GS06dADwbY8

QAMIŞLO – Koordînesyona Giştî ya Kongreya Star li bajarê Qamişlo, bi dûrişmeya”Hilweşandina pergala Îmralî, hilweşandina tundiya  li ser jinê ye” civînek, ji endamên Rêveberiya Xweser re, lidar xist.QAMISLO-CIVINA-LI-SER-JINE1 (2)

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê (Roja 25`ê Mijdarê) de, Koordînesyona Giştî ya Kongreya  Star civînek ji endam û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ii bajarê Qamişlo, li hola civînan a Desteya Parastinê, lidar xist.

Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, Şêwermenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, Mizgîn Ehmed axivî û şervanê Hêzên Erkaxweparastinê Mihemed Mihemed ku çalakiya fedayî li dijî çeteyên  DAIŞ`ê  li Dêrazorê kir û jiyana bi sedan welatiyan rizgar kir, bi bîr anî.

Mizgîn di berdewamiya axaftina xwe de, behsa jiyana jinê û dîroka wê ya beriya 10 hezar sal  beriya zayînê, kir.QAMISLO-CIVINA-LI-SER-JINE1 (3)

Piştî axaftinê, nîqaş derbarê tundiya li ser jinê û zewaca bi temenê biçûk de û çawaniya çareserkirina wan pirsgirêkan, hate kirin.

(kc)

ANHA